Jinên Sertê ji bo Ozgecan li qadan bûn

Li navçeya Tarsûs a Mersînê bi awayekî hovane qetilkirina Ozgecan Aslan, li Sêrtê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.

Li navçeya Tarsûs a Mersînê bi awayekî hovane qetilkirina Ozgecan Aslan, li Sêrtê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.

Qetilkirina Ozgecan Aslan, ji aliyê jinên di pêşengiya KESK’ê de kom bûn, hat şermezarkirin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD’ê, TUHAD-DER, MAPER, HDP û DBP’ê, hevşaredar jî amade bûn.

Sekretera jinan a TUM-BELSEN Esra Koneş a li ser navê hemû jinan axivî, da xuyakirin ku qetilkirina Ozgecan raxistiye ber çavan ku mafê jiyanê yê jinan dixwazin tine bikin.

Koneş axaftina xwe wiha domand: “Me timî got ku ya vê pêk tîne, mêr-dewlet-daraz e. Em niha careke din dubare dikin.”

Koneş diyar kir ku qetilkirina Ozgecan Aslan, ji bûyereke edlî wêdetir, pirsgirêkeke civakî ya encamên wê yên hilweşîner hene, ti qetilkirin û şideta li hember jinan ne munferît e.