Hevsera xwe qetil kir û cesedê wê parçe kir

Li Uskudarê kesê bi navê Tahîr K. hevsera xwe qetil kir.

Li Uskudarê kesê bi navê Tahîr K. hevsera xwe qetil kir.

Qirkirina jinê di asta hovîtiyê de dewam dike. Piştî qetilkirina Ozgecan Aslan ku li Mersînê hat şewitandin, li Stenbolê jî mêrekî hevsera xwe qetil kir, cesedê wê parçe kir û avê çopê.

Jina bi navê Kubra K. (42) a li semta Çengelkoy a navçeya Stenbol Uskudarê dijiya, ji aliyê hevserê xwe Tahîr K. (43) ve hat qetilkirin. Tahîr K. piştî cînayetê cesedê hevsera xwe bi awayekî hovane parçe kir û xist konteynira çopê.

Kujer Tahîr K. hat binçavkirin.