Fermandara YPJ'ê Kobanê: Dijderketina li komkujî û tecawizê bi parastina cewherî dibe

Fermandara YPJ'ê Kobanê der barê tecawiz û qetilkirina Ozgecan Aslan de got, "Ozgecan ev yek bi tenê nîşan da. Rêya yekane ya dijderketina li tecawiz û komkujiyên jinê, rêxistinbûyîn û parastina cewherî ye."

Fermandara YPJ'ê Kobanê der barê tecawiz û qetilkirina Ozgecan Aslan de got, "Ozgecan ev yek bi tenê nîşan da. Rêya yekane ya dijderketina li tecawiz û komkujiyên jinê, rêxistinbûyîn û parastina cewherî ye."

Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê, der barê qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan de got, "Ozgecan ev yek bi tenê nîşan da. Rêya yekane ya dijderketina li tecawiz û komkujiyên jinê, rêxistinbûyîn û parastina cewherî ye."

Ji Fermandarên YPJ'ê yên Kobanê Meryem Kobanê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku weke YPJ têkoşîna wan a li hemberî DAIŞ'ê di cewhera xwe de ji bo pêşîgirtina li tecawiz û komkujiyên li hemberî jinê ye.

'RÊYA YEKANE RÊXISTINBÛYÎN Û PARASTINA CEWHERÎ YE'

Ji fermandarên YPJ'ê Meryem Kobanê got, "Ya ku li Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê ve li jinên Êzidî hat kirin û ya li Mersînê li Ozgecan Aslan hat kirin heman tişt e" û diyar kir ku pêwîste hemû jin parastina xwe ya cewherî bikin. Kobanê ragihand ku di rewşeke berevajî de ew ê li komkujiyan rast bên û got, "Heta ku jin bi hêza xwe ya cewherî û vîna xwe nasnameya xwe neparêze, wê li kolanan, malê û li her qada jiyanê rastî tecawiz û komkujiyan bên."

Kobanê diyar kir ku li Tirkiyeyê tecawiz, destdirêjî û komkujiya li hemberî jinê rojane tên afirandin û anî ziman ku ev yek jî hêza xwe ji rastiya jinê ya nerêxistinbûyî û dûrî hişmendiya zayendê digire. Kobanê da zanîn ku sîstema bi serdestiya mêr û mêr bi xwe ji vê rewşa bêrêxistinî û bêparastina a jinê sûdê werdigirin û destnîşan kir, ku girîng e jin li ser vê bingehê di mijara nasnameya cewherî û hişmendiya zayendî de bikevin nava pêşketineke cidî.

Kobanê got, "Li dijî mêrê çanda tecawizê ji her alî ve dijî, yekane rêya rizgariyê rêxistinbûyîn û bikaranîna mekanîzmayên parastina cewherî ye" û ragihand ku li welatên mîna Tirkiyeyê yên nirxên feodal, nîjadperestî û serdestiya mêr tevlîhev bûye, rêxistinbûyîna jinê pêwîstiyeke jiyanî ye.

'NÎJADPERESTÎ XWE JI ÇANDA TECAWIZÊ XWEDÎ DIKE'

Kobanê diyar kir ku li Tirkiyeyê tecawizkar û qetlîemkar bi iranî mirovên ji profîla çewt a ji feraseta ol û nîjadperestî pêk tên û got, "Li Tirkiyeyê xwe ji şîrovekirina çewt a ol û nirxên serdestiya mêr a nîjadperestiyê xwedî dike." Kobanê ragihand ku çand û zemînekî civakî yê ji komkujî, tecawiz û şîdeta li hemberî jinê re vekirî heye û anî ziman ku nerazîbûna di kesayetiya Ozgecan Aslan de ji aliyê gelek beşên civakê ve hat nîşandan, wê lêpirsîna nirxên serdest ên riziyayî yên civakê jî bi xwe re bîne. Kobanê got, "Lê belê di vê mijarê de çareseriya bingehîn rêxistinbûyîna jinê ye."

'DAIŞ Û MEJIYÊ OZGECAN QETIL KIR, HEMAN ZÎHNIYET IN'

Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê da zanîn ku di navbera çeteyên DAIŞ'ê û mejiyê ku Ozgecan qetil kir de ti cudahî nîne û ev yek destnîşan kir: "Bala xwe bidinê, ev mejî li qada siyasî jî destekê dide hev û bi hev re tevdigere. Ozgecan, tişta ku jin her roj dijî bi awayekî vekirî raxist pêş çavan. Ev yek ne tenê tiştek li Ozgecan hatiye kirin. Jin her roj rastî tecawiz û komkujiyan tên. Ozgecan ev yek bi zelalî raxist pêş çavan. Li ser vê bingehê divê hemû jin rêxistinbûyîna me ji xwe re mînak bigirin. Eger em li Kobanê bi awayekî rêxistinbûyî û li ser bingeha parastina cewherî tevnegeriyabûna, ya ku bi serê Ozgecan hat, wê jê girantir û girseyî bi serê jinên Rojavayî, bi serê jinên Kobaniyî ve bihata."

'YPJ LI DIJÎ TECAWIZ Û KOMKUJIYA JINÊ HÊZA PARASTINÊ YA BINGEHÎN E'

Kobanê da xuyakirin ku weke YPJ ew dixwazin li dijî tecawiz û çanda komkujiyê têbikoş in û got, "Têkoşîna me ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê, di cewhera xwe de têkoşîna li hemberî kolekirina jinê, li hemberî tecawiz û komkujiyê ye. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê ya ku em dikin, parastina jinê ye."

Kobanê diyar kir ku weke YPJ ew ê di her şert û mercî de li dijî tecawiz û komkujiya jinê têbikoş in û destnîşan kir ku YPJ hêza parastina hevpar a hemû jinan e.