KJA'yê destnîşan kir ku êrîşa li dijî wekîlên HDP'yî di heman demê de êrîşa li dijî pêngava demokratîkbûyîna civakê û xeta azadiyê ye. KJA êrîş şermezar kir û ji bo protestokirina 'Pakêta Ewlekariya Hundirîn' û êrîşê banga daketina qadan li jinan kir.
Kongreya Jinên Azad (KJA) der barê êrîşa li Meclîsê ya li hemberî wekîlên jin ên HDP'yî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şîdeta li hemberî jinê û polîtîkayên qirkirinê bi tifaqa sîstema bavkanî û mejiyê dewletê dewam dike û hat gotin, "Hemû jinên hewl didin xwe ji zincîrên koledariyê rizgar bikin, yên dipeyivin, yên vîna xwe beyan dikin; ji bo sîstema bavkaniyê û mejiyê dewletê yê tifaqa wê ye, xeterî ne. Lewma divê werin bêdengkirin, çavtirsandin."
'ÊRÎŞA LI DIJÎ AZADIYA JINÊ Û DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ YE'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşa li Meclîsê ya li hemberî Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Parlamenterê Stenbolê Sebahat Tûncel û Parlamentera Stenbolê Sebahat Tûncel êrîşa li hemberî xeta azadiyê ya jinê, êrîşa li hemberî pêngava demokratîkbûyîna civakê ye û hat gotin, "Bi vê êrîşê re hatiye xwestin jin were bêdengkirin."
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Halbûkî dijderketina li 'Pakêta Ewlekariyê' ku wê Tirkiyeyê bike dewleta polîs û bi pêkanînên antî demokratîk re di nava civakê de rê li ber kaosê veke, helwesteke giranbuhaye ku divê li ser piyan çepik jê re were lêxistin. Her mirovê ji xwe re bêje 'mirovim', 'demokratim' girînge helwestekê nîşan bide. Parlamenterên AKP'ê bi êrîş û şikandina dest û milan nêzî vê hesasiyeta civaka demokratîk û aştiya civakî bûne. Ji tecrûbeyên berê em baş dizanin ku dewlet kengî cih lê teng dibe, ya bi polîs ya bi mîlîsên xwe yan jî bi wekîlên xwe yên Meclîsê êrîşî parlamenterên jin dike û hewl dide çavê wan bitirsîne. Ev êrîş nîşan didin ku têkoşîna me çiqasî mafdar û jiyanî ye."
BANG LI JINAN HAT KIRIN
KJA êrîşa li hemberî Bûldan û Tûncel şermezar kir û ji bo pêşnûme nebe qanûn û êrîşa li hemberî parlamenteran were şermezarkirin, bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan.
WÊ SIBEHÊ WERE PROTESTOKIRIN
KJA bang li jinan kir, ku ji bo protestokirina êrîşa li hemberî HDP'yiyan, sibehê saet di 12:00 de li ber avahiya KCD'ê tevlî daxuyaniya çapemeniyê bibin.