Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê qetilkirina Ozgecan şermezar kir

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kir.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kir. Aktîvîsta Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Cahîde Olmez got, "Mejiyê ku Ozgecan Aslan qetil kir û yê li Kobanê destekê dide terora DAIŞ'ê, heman mejî ye."

Nerazîbûna li qetilkirina Ozgecan Aslan, dewam dike. Meclîsa Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev hovîtî şermezar kir. Di daxuyaniya li avahiya komeleyê de aktîvîsta Meclîsa Dayikên Aştiyê Cahîde Olmez peyivî, hikûmeta AKP'ê rexne kir û got, "Mejiyê ku Ozgecan Aslan qetil kir û yê li Kobanê destekê dide terora DAIŞ'ê, heman mejî ye. Ozgecan keça me hemûyan e. Îro li her devera cîhanê zilm li jinan tê kirin. Ev zilm li Şengalê, li Rojava û Kobanê tê kirin. Îro van kujeran li Mersînê heman tişt kirin. Em, yên ev kirin û vî mejî şermezar dikin."