JIN
Hemû Nûçe
-
Jinan dansa ‘4 derî 40 meqam’ temaşe kirin
Jinên tevlî Meşa Jinên Cîhanê bûn, dansa bi navê "4 derî, 40 meqam" temaşe kirin. -
Jinan soz da Ivana Hoffmann
Jinên sosyalîst Ivana Hoffman a ku li Rojava jiyana xwe ji dest da bibîr anîn û soz dan Hoffmannê: Ev şoreş wê rêya ku hevala Ivana Hoffman bi çalakiya xwe nîşan daye û canê xwe feda kiriye biparêze. -
Yusra Sukaya li Dusseldorfê hat bîranîn
Yusra Sukaya ya 8’ê Adara 2013’an li bajarê Dusseldorf ê Elmanya ji aliyê hevserê hatibû qetilkirin hat bîranîn. -
Li Ege û Marmarayê coşa 8’ê Adarê
Li bajarên herêmên Marmara û Ege yên rojavayê Tirkiyeyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Jiyanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. -
Li Başûrê Kurdistanê cinayeta jinan
Li Başûrê Kurdistanê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin. Zarokek 12 salî jî bi çek zarokek 5 salî birîndar kir. -
Jinan li hember pergala serwer a zilam ala îsyanê rakirin
Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan di mitînga 8'ê Adarê ya Stenbolê de got: "Di pêvajoya jin di nav de nebe behsa aştiyê nayê kirin." -
Êdî YPJ ji bo cîhanê bûye sembolek
Heyeta ku ji Elmanya û Yewnanîstanê pêk dihat bi munesebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hatin serdana welatiyên Kobanê yên li Kobanê bi cih bûne. Heyetê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin. -
Jinên Başûrê Kurdistanê li ber parlamentoyê kom bûn
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jinên li ber Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kom bûn, careke din jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin bibîr xistin. -
‘Jin ber bi Rêbertiya xwe û azadiyê ve dimeşin‘
Bi hezaran jinên Qada Îstasyonê dagirtin bi şoreşa jinê ya Rojava qîriyan. Di mitîngê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin û bi coş hate pêşwazîkirin. -
Di çalakiya 8'ê Adarê ya li Dêrsimê de Ocalan û Kobanê hatin silavkirin
Hevşaredara Dêrsimê Altûn di axaftina xwe ya li çalakiya 8'ê Adarê de got, "Em ê bi xwe qanûna xwe binivîsînin. Sedsala 21'an wê bibe sedsala têkoşîna jinê." -
Mafên jinan bi gefeke cidî re rû bi rû ne
"20 sal piştî qebûlkirina deklarasyona global a di mijara wekheviya zayendî de xaleke werçerxê ye, mafên jinan û zarokên keç bi gefeke cidî re rû bi rû ne." -
YPJ'yiyan 8'ê Adarê bi meşekê pîroz kirin
Li Kobanê, YPJ'yî jî di nav de bi sedan jin heta Şehîdgeha Şehîd Dîcle meşiyan û kulîlk danîn ser gorên YPG/YPJ'yiyan. -
Tevî êrîşa polîsan jî 8'ê Adarê hat pîrozkirin
Jinên Rihayî, tevî êrîşa polîsên Tirk jî, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. -
'Heta hemû jinên cîhanê azad bibin em ê têbikoş in'
Meclîsa Jinên Ciwan a DBP'ê, YDG-K û Koodînasyona Jinan a Navenda HDP'ê bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyanî dan, pêkanînên zayendîparêz ên dewleta Tirk protesto kirin û bal kişandin ser girîngiya serketina bi pêşengiya jinê li Kobanê bi dest ketiye. -
Ji hêzên YJA Star/YPJ Şengalê çalakî: 6 çete hatin kuştin
Di çalakiya hêzên YJA Star/YPJ Şengalê de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
'Nûçegihaniya jinê hevpariya îsyana jinê ye'
Nûçegihanên JINHA Tûfan û Karlidag diyar kirin ku nûçegihaniya jinê piştevaniya jinê jî bi pê xistiye. Tûfan got, "Guhdarîkirina li jinê, nivîsandina ji bo wan li gorî min hevparbûyîna îsyana jinê ye. Carna em bi hev re digirîn." -
Li Hannover û Celle çalakiyên 8'ê Adarê
Bi pêşengiya Meclîsa Ronahî li Hannoverê û bi pêşengiya Saziya Hêvî ya jinên Êzidî li Celleyê meş û panelek li ser 8'ê Adarê hatin lidarxistin. -
Li Baselê hefteya jinên ciwan
Li bajarê Swîsre Baselê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de hefteya jinên ciwan tê lidarxistin. Hefteya ku bi şiyara "Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn" tê lidarxistin, di roja duyemîn de li eleqeyeke zêde ya jinan rast hat. -
Li Swêdê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê
8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek bajarên Swêdê bi panel, xwepêşandan, şev û semîneran tê pîrozkirin. -
Li gelek navendên Ewropayê 8'ê Adarê hat pîrozkirin
Li gelek navendên Ewropayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê, jin bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî YPJ" daketin qadan. Çalakiyên 8'ê Adarê yên li Ewropayê wê îro jî dewam bikin. -
Li Erîvanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li paytexta Ermenîstanê Erîvanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Saziya Nivîskaran şahiyek hat organîzekirin. -
Li Efrîn û Helebê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li Kantona Efrîn a Rojava û Helebê bi hezaran jinên hatin gel hev 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi coş pîroz kirin. -
Şervanên YPJ’ê Hêvî û Silav ji aliyê hezaran ve hatin birêkirin
Cenazeyên şervanên YPJ'ê Koçer Akay (Hêvî Ziyan) û Elîf Îlbaş (Silav Feraşîn) ên ku di Pêngava Azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê deh hezaran kesî ve hatin definkirin. -
Ji YPJ’ê peyama 8’ê Adarê
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku şoreş û azadî bêyî jinê nabe, lewre ew ê qadên têkoşînê firehtir bikin -
Li Torontoya şevbêrka 8’ê Adarê
Li bajarê Toronto yê Kanadayê 8’ê Adarê bi şevbêrkekê hate pîrozkirin. Komîsyona Jinan a Torontoyê ya jinên Kurd şevbêrkek li dar xistin û têkildarî girîngiya rojê axivîn.