Meclîsa Jinên Ciwan a DBP'ê, YDGK-H û Koodînasyona Jinan a Navenda HDP'ê bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyanî dan, pêkanînên zayendîparêz ên dewleta Tirk protesto kirin û bal kişandin ser girîngiya serketina bi pêşengiya jinê li Kobanê bi dest ketiye.
Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger û Welatprêz (YDGK-H), Koordîsyona Jinan a Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyên nivîskî weşandin.
MECLÎSA JINÊN CIWAN A DBP'Ê: EM Ê KURDISTANÊ BI ŞOREŞÊ RE TACÎDAR BIKIN
Meclîsa Jinên Ciwan a DBP'ê bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê û diyar kir ku li bajarê DYA New Yorkê, karkerên jin ên li hemberî polîtîkaya 'karê zêde, heqê kêm' ketin nava tevgerê, di sala 1957'an de hatin şewitandin û qetilkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Tirkiyeyê dewlet bi destê mêr, tecawiz, destdirêjî, zexta fûhûşê û qetilkirina jinê, dewam dike. Em weke Meclîsa Jinên Ciwan a DBP'ê soza xwe dubare dikin, ku bi parastina xwe ya cewherî em ê bersivê bidin van polîtîkayan. Bi hêza ji serketina Kobanê werdigirin re, bi ruhê Arîn Mîrxan û Sîbel Bûlût ên bûn fedaî re, em ê Bakurê Kurdistanê bi şoreşê re tacîdar bikin."
YDGK-H: EM Ê HESAB JI DEWLETA TIRK BIPIRSIN
YDGK-H jî bal kişand ser serketina Kobanê û got, "Berxwedana jinên Kurd a di sala 2014'an de nîşan dan, bûye xeta têkoşîna jinê ya li cîhanê."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî jinan dewam dike û hat gotin, "Weke Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz em ê hesabê wê bipirsin û parastina we ya cewherî bikin. Divê dewlet destên xwe yên dirêj ji jinê vekişîne! Bi hêza ruhê rêhevalên me yên jin ên li Kobanê şehîd ketin re, em ê vê şoreşê pêk bînin, bibin pêşengê vê û heta tevahiya jinên cîhanê azad bibin, em soz didin ku têkoşîna xwe dewam bikin."
KOORDÎNASYONA JINÊ YA NAVENDA HDP'Ê: EM BANG LI HEMÎ JINAN DIKIN JI BO BENDAN HILWEŞÎNIN
Koordînasyona Jinê ya Navenda HDP'ê jî nerazîbûn nîşanî pêkanîn û qanûnên zayendîparêz ên hikûmeta AKP'ê da û got, "bi têkoşîna Tevgera Jinên Kurd, tevgerên jinên sosyalîst û femînîst îro li Kurdistan û Tirkiyeyê asteke girîng hatiye bidestxistin. Jinên ji her zimanî, bawerî û çandê îro li Kobanê, bi pêşengiya Arînan, Sîbelan, Kaderan, Leylayan û bi dehan berxwedêrên jin re, îdîaya afirandina pêşerojeke nû li Rojhilata Navîn danîn holê û şoreşeke jinê pêk anîn."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de em ê şiyara xwe ya 'Ji vê Meclîsê re herî kêm 275 jin şert e' bi dengekî bilind dubare bikin" û ev bang li jinan hat kirin, "Em bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Adarê de li hemberî êrîşên sîstema serdest a mêr, li dijî komkujiyên jinê, bi hêza cewherî xwe birêxistin bikin, li dijî şîdeta mêr-dewletê û talankirina kedê îsyana me mezin bikin, li ber xwe bidin, bendan hilweşînin û mora xwe li siyaseta welêt bixin."