Li Başûrê Kurdistanê cinayeta jinan
Li Başûrê Kurdistanê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin. Zarokek 12 salî jî bi çek zarokek 5 salî birîndar kir.
Li Başûrê Kurdistanê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin. Zarokek 12 salî jî bi çek zarokek 5 salî birîndar kir.
Li Başûrê Kurdistanê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin. Her wiha hate îdîakirin ku zarokek 12 salî jî bi çekê zarokek 5 salî birîndar kir.
Kuştinên jinan roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jî berdewam kirin.
Li bajarê Xaneqîn ê Başûrê Kurdistanê zilamek ji navçeya Celewlayê çeka peywirdarekî ewlekariyê yê Nexweşxaneya Xaneqînî ji destê wî derxist û hevsera xwe qetil kir.
Kesê ku cinayet pêk anî, sê kesên din birîndar kir û xwe jî kuşt.
Her wiha, hate îdîakirin ku duh li navçeya Seyid Sadiq a Silêmaniyê keçikek 12 salî birayê xwe yê 5 salî bi çeka keleşnîkofê kuşt.