Jinan soz da Ivana Hoffmann

Jinên sosyalîst Ivana Hoffman a ku li Rojava jiyana xwe ji dest da bibîr anîn û soz dan Hoffmannê: Ev şoreş wê rêya ku hevala Ivana Hoffman bi çalakiya xwe nîşan daye û canê xwe feda kiriye biparêze.

Jinên sosyalîst Ivana Hoffman a ku li Rojava jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn û soz dan Hoffmannê: Ev oreş wê rêya ku hevala Ivana Hoffman bi çalakiya xwe nîşan daye û canê xwe feda kiriye biparêze.

Meclîsên Jinên Sosyalîst a Partiya Bindest ên Sosyalîst (ESP) şervana MLKP’ê Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a ku di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî gotin: “Soza me ev e: Ev şoreş wê rêya ku hevala Ivana Hoffman bi çalakiya xwe nîşan daye û canê xwe feda kiriye biparêze.”

Jinên ESP û SKM’yî li Cadeya Halîtaga ya navçeya Kadikoy a Stenbolê li hev kom bûn pankarta “Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Em ê biparêzin. Şoreşgera Enternasyonalîst Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) Nemir e” vekirin.
Jinên sosyalîst ji bo Hoffman û hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin û gotin ku ew şehîdên Kobanê û

Rojava Sîbel Bulut, Arîn Mîrxan, Suphî Nejat Agirsanli, Serkan Tosun, Emre Aslan bi bîr tînin û “ ew dijîn”.
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy û Berdevka SKM’ê Fadîme Çelebî jî tevlî çalakiyê bûn. Seroka ESP’ya Stenbolê Çîçek

Otlu daxuyanî da û  bal kişand ser têkoşîna Ivana Hoffmannê ya li Rojavayê Kurdistanê.

'BÛ MÎNAKA MEŞA RÛMETÊ'

Otlu têkildarî jiyana Hoffmannê agahî da û diyar kir ku dayika Hoffmann Elman e û bavê wê jî Kongoyî ye, li metropolên Ewropayê tevlî têkoşînê bûye. Otlu da zanîn ku Hoffmann beriya 6 mehan çûye Rojava.

Otlu got: “Hevala Hoffmann jî weke Eric Constandino Scurfield ê Îngilîz û Ashley Kent Jonston ê Awustralyayî di nava refên YPG’ê de şer kirin û bûne nemir, ev jî toveke nû ye li baxçeyê biratiyê yê gelan tê çandin.”
Piştî daxuyaniyê jin di çalakiyê de dirûşimên “Bijî şoreşa jinên Rojava”, “Ivana Hoffmann nemir e”, “Bijî partiya me MLKP” û “Bijî YPJ” qîriyan.

Wê sibê li avahiya HDP’ê ya navçeya Kadikoyê ji bo Hoffmannê sersaxî bê danîn. Sersaxî wê saet 12:00 destpê bike.