‘Jin ber bi Rêbertiya xwe û azadiyê ve dimeşin‘
Bi hezaran jinên Qada Îstasyonê dagirtin bi şoreşa jinê ya Rojava qîriyan. Di mitîngê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin û bi coş hate pêşwazîkirin.
Bi hezaran jinên Qada Îstasyonê dagirtin bi şoreşa jinê ya Rojava qîriyan. Di mitîngê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin û bi coş hate pêşwazîkirin.
Bi hezaran jinên Qada Îstasyonê dagirtin bi şoreşa jinê ya Rojava qîriyan. Di mitîngê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin û bi coş hate pêşwazîkirin.
Li Amedê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Îstasyonê mitîng hat lidarxistin. Berî mitîngê jin ji Deriyê Çiya heya qada mitînê meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di ketina qadê de dema polîsan xwest posterên Ocalan bigire di navbera polîs û jinan de nîqaş derket. Piştî jinan bertek nîşanî polîstan da jin bi alan ketin qadê.
BERÎ MÎTÎNGÊ ŞÎDETA POLÎSAN PÊK HAT
Jinên Meclîsa Taxa Fatîh a navçeya Rezan dema dixwastin biçin mitîngê li ber Midûriyeta Polîsan a Rezan ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan xwest desmalên kesk, sor û zer ên di serê jinan bi hinceta "rêxistinî ne" bigire û li ser vê yêkê jinan bertek nîşan dan û polîsan jin darp kirin. Polîsên jin, jinek bi zorê dirêjî erdê kirin û desmala kesk, sor û zer ji serê wê kirin.
LI QADÊ DIRÛŞMEYA 'JIN JIYAN AZADÎ'
Ligel bûyerên wisa herîkîna ber bi qada mitîngê ve berdewam kir û jin li qadê bi muzîkê govend girtin. Di qadê jinan dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berzkirin. Berî mitîngê meş pêk hat û di meşê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û gelek jinên din tevlî meşê bûn. Jinên ji Mêrdînê hatin jî tevlî mitîngê bûn. Li qadê bi gelek zimanên cuda pankat hatin daliqandin û jinên bi kincên xwe yên gelerî tevlî mitîngê bûn qad veguherindin deryaya rengan. Di mitîngê de gelek dowîzên daxwazên jinan vedibêjin hatin hilgirtin. Li qadê ligel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan posterên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin hilgirtin.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafize Îpek axaftina vekirinê ya mitîngê kir. Îpek diyar kir ku têkoşîna jinên kurd ji hemû jinên cîhanê re bûye hêvî û wiha got: "Li vir ji hemû jinên cihanê re hezar silav. Ji YPJ'ê re hezar silav."
PEYAMA OCALAN BI COŞ HATE PÊŞWAZÎKIRIN
Piştre Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 8'ê Adarê şandî xwend û peyama Ocalan ji aliyê girseyê ve bi coş û dirûşmeya "Ey serok rêyate rêya meye" hate pêşwazîkirin.
'EM JI BO BI XWIŞKÊN XWE RE BÊN CEM HEV LI VIR IN Û EV GELEK GIRÎNG E'
Endama Sekreteryaya Meşa Jinan a Cîhanê Marîa Tîresî Montîrellî axivî û wiha got: "Ji ber ku ez bi we re bi zimanê we naxivim lêborîna xwe dixwazim." Montirellî diyar kir ku Meşa Jinan a Cihanê li Kurdistanê pêk anîn gelek bi heycan e û wiha axivî: "Çend salin ji bo balê bikşînin ser mafên jinan û têkoşîna jinan zêde bikin em Meşa Jinan a Cîhanê ya 8 mehan pêk tê li dar dixin. Em starta meşa xwe ya vê salê li Kurdistanê da. Ji çolên sehrayê heya erdnîgariya Kurdistanê em meşa xwe li dar dixin. Ji ber vê yêkê em li vir bi xwîşên xwe re hatin cem hev gelek girîng e."
'AZADIYA JINÊ DI ŞOREŞÊ RE DERBAS DIBE'
Montirellî got, "Em îro bi jinên kurd re bi hev re ne lê tenê ev yêkê bi vê bernameyê bi sînor namîne" û anî ziman ku têkoşîna azadiya jinê tenê ji bo jinên kurd na ji bo hemû jinên cîhanê ye. Montirellî da zanîn ku jinên kurd bi berxwedanê xwe ji hemû cîhanê re îspat kir. Montirellî bilêv kir ku tenê bi hin zagonên demokratîk azadiya jinê pêk nayê û wiha axivî: "Hemû jin ji bo azadiyekî tam divê têkoşînekî şoreşî pêk bînin. Azadiya jinê ji şoreşê re derbas dibe."
KIŞANAK: MEŞA JINAN A CÎHANÊ SERKETINA BERXWEDAN YPJ'Ê YE
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî diyar kir ku starta Meşa Jinan a Cîhanê ya li Kurdistanê serkeftina encama berxwedana YPJ'ê ye û wiha got: "Jin gav bi gav meşa xwe ya azadiyê mezin dikin. Îro di şexsê YPJ'ê de li Kurdistanê şoreşeke jinê pê tê. Em dê vê şoreşê li tevahiya Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê belav bikin. Ev soza me ya ji jinên şoreşger re y e. Ji hemû jinên şoreşger re hezar silav."
YUKSEKDAG: JINÊN DINYAYÊ JI SERDEMEK NÛ RE GOTIN MERHEBA
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî got ku jinên dinyayê di sala 2015'an de bi saya jinên Rojava ji serdemek nû re gotin merheba û wiha axivî: "Di vê serdemê de dê jin bindest nebin. Li hemberî ev bindestiya ku bi hezaran salan e li ser wan tê ferzkiri, hînî tevkarî û berxwedanê bûn. Jinan li Şengalê, li Rojava û li Kobanê bi ser ketin. Li hemberî ev hişmendiya baviksalarî xeta şoreşê ava kirin û bi ser ketin. Ji jinên di vê rê de şehîd ketine re hezar silav. Di vê serdemê de êdî jin dê neyên qetilkirin û bi tundiyê re rû bi rû nemînin."
Yuksekdag destnîşan kir ku jin ne emanetî mêran e û wiha berdewam kir: "Jin ji bo wekhevî û azadiyê di çeperan de emanetî şoreşa Rojava ne. Jin emanetî hevdu ne. En vê yekê bi awayekî xurt tînin ziman. Jin tu carî dest ji vê berxwedana xwe bernade û ev berxwedan qels nabe. Tu carî çeperên Rojava kêm nabe û heta ku hemû dinya azad bibe ev têkoşîna me dê bidome. Me soz daye hemû şehîdên jin. Li ser axa Mezopotamyayê roj ji bo jinan hiltê. Li Mezopotamyayê berxwedan û şoreş ji bo jinan befireh dibe. Tu hêz nikare vê vînê rawestîne û nikare têk bibe. Jin bi cilên xwe yên rengîn tarîtiyê ji holê rake û ronî bike."
Yuksekdag da zanîn ku li ser axa azad dibe şewqa azadiya jinan bilind dibe û wiha domand: "Me meşa xwe ya azadiyê li ser vê axê dest pê kir û li hemberî hişmendiya desthilatdarî em bi ser ketin. Îro li vir jin banga serketinê dikin. Em ê ji her demê xurtir xwedî li vê serketinê derkevin û li vir mizgîniya serkeftinê didin hemû jinên dinyayê. Çawa ku me di sala 2015'an de li Rojava û Şengalê em bi ser ketin, bi vê biryardariyê hêza jinên Tirkiyeyê têxin nava tevgerê. Desthilatdarî dibêjin 'Li malên xwe rûnin û 3 zarokan bînin'. Jin tu caran guh nedan vê gotinê. Em ê ev benda ku danîne pêşiya me hilweşînin."
IRMAK: EM LI VIR IN, LI SER PIYAN E Û LI BER XWE DIDIN
Piştî axaftina Yuksekdag Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî. Irmak diyar kir ku îro çavên dinyayê li ser wan e û wiha axivî: "Di ev roja ku hemû dinya me temaşe dike de em bi hev re dimeşin û dibêjin 'Em li vir in, li ser piyan e û li ber xwe didin'. Roja jinan li we pîroz be."
Irmak anî ziman ku ew li erdnîgariya ku nasnameya jinan lê tune ye hatiye dinyayê û wiha pê de çû: "Rojekê derketin pêşberî me û gotin divê jinên di bin zilmê de ne li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e. Ev bang xwe berda nava dil û cergên me. Îro bi hezaran jin li ser vê bangê daketine qadan û bi hezaran jin vê yekê li kolanan temaşe dikin. Em ji Rêber Apo ku me anî vê rojê re silavên xwe dişînin. Hezar silav Rêber Apo re. Em tu carî Bêrîtanan, Semayan û Viyanan ji bîr nakin. Em bi saya jinên li ber xwe didin hatine vê rojê."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî roja jinan li hemû jinan pîroz kir. Ayna anî ziman ku çawa ku Komara Tirkiyeyê bi sedan salan e gelê kurd tune hesibandiye û kurdan ji holê ranekirine. Ayna got ku êdî derketiye holê ku bi tunehesibandina jinan jin ji holê ranabin.
Piştî axaftinan zaroka 7 salî Viyan Tosun strana ji bo Ocalan vegot. Piştî Viyanê koma erbaneyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê û Koma Dengtav derketin ser dike û bi stranên xwe jin coşandin. Jinan jî li ber stranan govend gerandin.