Li Erîvanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
Li paytexta Ermenîstanê Erîvanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Saziya Nivîskaran şahiyek hat organîzekirin.

Li paytexta Ermenîstanê Erîvanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li salona Saziya Nivîskaran a Ermeniyan bi tevlîbûna Kurdistaniyên li bajar û derdora Erîvan, navçeyên Akbaranê, Oktonberiya, Artaşatê û dostên Kurdan şahiyek hat organîzekirin. Salon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên têkoşêr ên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, alên KCK’ê, KJK hat xemilandin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Endama Kurdistan Komîte Zarê Kakoyan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 8’ê Adarê xwend. Kakoyan 8’ê Adarê li tevayî jinan pîroz kir.
Seroka Kurdistan Komîte Jinya Qadîr jî bi zimanê Kurdî û Ermenî behsa berxwedan û têkoşîna jina Kurd kir. Qadîr got ku jinên Kurd gelek êş kişandine, ligel wê berxwedaneke mînak nîşandane û îro ew li Şengal û Kobanê tê dîtin.
Mêvanên bi eslê xwe Ermenî jî di axaftinên xwe de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li jinên Kurd û tevayî jinên cîhanê pîroz kirin.
Şahî bi stranên Kurdî û Ermenî dewam kir. Li ber stranan govend hat gerandin. Şahî bi dirûşmên, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” tilîlî û çepikan bi dawî bû.