Li Efrîn û Helebê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

Li Kantona Efrîn a Rojava û Helebê bi hezaran jinên hatin gel hev 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi coş pîroz kirin.

Li Kantona Efrîn a Rojava û Helebê bi hezaran jinên hatin gel hev 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi coş pîroz kirin.

Bi hezaran jinên li navenda Efrîn navçeyên wê Raco, Şiyê, Şêrewa û Bilbilê hatin gel hev bi dirûşma, “Em ê berxwedana di xeta Arîn de mezin bikin” rêzeçalakî li dar xistin. Di pêşandan, meş, semîner û şahidan de jinên Efrînî kincên herêmî li xwe kirin, bi coş 8’ê Adarê pîroz kirin û dirûşm gotin. Di aktîvîteyan de ligel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê şehîdan hatin hilgirtin û axaftin hatin kirin.

Di aktîvîteyên bi pêşengiya Rêxistina Jinan Yekîtiya Star de hatin lidarxistin, hat xwestin ku jin bi kincên xwe yên neteweyî tevlî şahiya 8’ê Adarê ya li Kantona Efrînê bibin.

HELEB

Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê, jinên nuqteyên kontrolê û navendên leşkerî ziyaret kirin, 8’ê Adarê pîroz kirin. Jinan li van deveran bi wesîleya 8’ê Adarê kulîlk belav kirin û pankartên, “Em ê di xeta Arîn de berxwedana xwe mezin bikin”, “8’ê Adarê li tevayî jinên cîhanê pîroz be” vekirin.