Mafên jinan bi gefeke cidî re rû bi rû ne
"20 sal piştî qebûlkirina deklarasyona global a di mijara wekheviya zayendî de xaleke werçerxê ye, mafên jinan û zarokên keç bi gefeke cidî re rû bi rû ne."
"20 sal piştî qebûlkirina deklarasyona global a di mijara wekheviya zayendî de xaleke werçerxê ye, mafên jinan û zarokên keç bi gefeke cidî re rû bi rû ne."
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, beriya civîna Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da û got, "20 sal piştî qebûlkirina deklarasyona global a di mijara wekheviya zayendî de xaleke werçerxê ye, mafên jinan û zarokên keç bi gefeke cidî re rû bi rû ne." Rêxistinê bang li hikûmetan kir, ku di mijara mafên jinê de destketiyên heyî derbas bikin û sozên hatine dayîn bi lezgînî bicih bînin.
Di daxuyaniya li malpera Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de, sozên beriya 20 salan lîderên cîhanê li Pekînê ji bo parastina mafên jinan û zarokên keç dabûn hatin biîrxistin. Dîrektora Bernameya Nasname, Zayend û Zayendî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Lucy Freeman got, "Îro Roja Jinên Cîhanê ye û li gelek welatên cîhanê em dibînin ku li hemberî destketiyên mafên jinan ên hatine qezençkirin, dijderketin heye."
WELATEKÎ KU LÊ GEF LI JINAN NAYÊ XWARIN NÎNE
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji qebûlkirina Deklarasyona Pekînê û vir ve gelek serketinên girîng pêk hatin, lê belê li cîhanê welatekî ku lê mafên jinan û zarokên keç bi gefê re rû bi rû nîne û wekheviya azadiya zayendî lê heye, tineye."
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî da û destnîşan kir, ku ji ber zêdebûna pevçûn û şîdetê, tecawiz, revandin û koledariya seksê jî di nav de mafên mirovan ên jinan hatine binpêkirin.
Rêxistinê got, "Li gelemperiya cîhanê, jin hînê li cihêkariyê rast tên, di tevlîbûna li jiyana cemawerî û siyasî de rastî astengiyan tên, li qada cemawerî û malê de li şîdet û binpêkirina mafê zayendî rast tên. Parêzvanên mafên mirovan ên jin li gefan rast tên, rastî êrîşan tên û gelek caran ji bo pêşveçûna wekheviya zayendî, weke berdêl canê xwe ji dest didin."
JINÊN LI HERÊMÊN ŞER
Li Afganîstan, Sûdana Başûr, Komara Afrîkayê ya Navîn, Komara Kongo ya Demokratîk Bakurrojhilatê Nîjeryayê û li herêmên din ên di bin kontrola komên çekdar ên xwe weke Dewleta Îslamî bi nav dikin û komên mîna wan, tecawiz, koledariya seks û zewicandina bi zorê jî di nav de, şîdeta li hemberî jinê û zarokên keç zêde dibin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da xuyakirin ku kiryarên van binpêkirina nayên cezakirin û ji ber ku mexdûr nikarin xwe bigihînin edaletê, penaberên jin û bi taybetî jî yên ji cih û warên xwe hatine kirin, bi rîskê re rû bi rû ne. Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got, "Rewşa jinê ya di dema şer an jî piştî şer, di hevdîtinên aştiyê û muzakereyên agirbestê de nayê nirxandin."
HIKÛMET JI BO PARASTINA MALBATÊ JINAN DIXIN REWŞEKE XETERE
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "Jin hînê li binpêirina mafên mirovan û şîdeta zayendî yên weke rewakirina kevneşopî û toreyan, zewicandina bi zorê, sineta jinê û sûcên di bin navê namûsê de tên kirin, rast tên. Hin hikûmet, di bin navê parastina nirxên kevneşop û malbatê de, hewl didin soz û berpirsyariyên xwe yên navneteweyî yên ji bo jin ji amfê kontrola zewacê û kurtajê sûdê werbigirin, qels bikin.
Li her devera cîhanê, zext li jinan tê kirin ku der heqê bedena xwe de biryareke bi zanebûn endin. Di mijara polîtîka û qanûnên bandorê li jiyana wan dikin de, mafên wan ên gotinê tên astengkirin. Li hin deveran bi gumana kurtaj kiriye, hin jin bi ragirtinê tên cezakirin.
DEM DEMA TEVGERÊ YE
Lucy Freeman bang li hikûmetan kir, ku ew sozên xwe yên ji bo parastina jin û zarokên keç de bicih bînin û got, "Divê hikûmet bipejirînin ku mafên jinan mafên mirovan e. Ji bo mafên jin û zarokên keç bê kêmasî bicih bînin, tavilê bikevin nava tevgerê."
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ev bang li dewletan kir;
-divê di her astê de tevlîbûna mekanîzmayên ku mafên jin û zarokên keç ên li herêmên şer diparêzin û biryarê didin bên zêdekirin,
- pêwîst e pratîkên zerarê didin bên rawestandin, li hember her cure hewldanên ku bi rengên kevneşopî, çand an jî olî wan rewa dikin bên bidawîkirin,
- divê jin û zarokên keç ji şideta li ser esasê cins bên parastin, pêkanînên astengkirina vê şidetê bikevin meriyetê û failan derxin pêşberî edaletê,
- pêwîst e ji bo jin û zarokên keç têkildarî cinsiyet, beden û tenduristiya xwe bi awayekî azad biryar bidin mafên wan bên parastin, qanûnên van biryaran asteng dikin ji holê bên rakirin,
- ji bo jin karibin tevlî mekanîzmayên biryargirtinê û pozîsyona lîdertiyê bibin bên bihêzkirin, li hember darazên neyênî yên li ser esasê cinsiyetê derketin pêk bê,
- Em ji bo parastin û destekkirina xebatên parêzvanên mafê mirovan ên jin bangawazî dikin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, her wiha di çarçoveya kampanyaya Bedena Min Mafên Min, ji bo hikûmet têkildarî mafên tenduristiya cinsî û tenduristiya zayînê berpirsiyartiyên xwe bîne cih manîfestoyek weşand.
Dîrektor Lucy Freeman ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da got, "Mafê jinan û zarokên keç ên têkildarî bedena xwe biryar bidin, di bin êrîşeke bêaman a hikûmet û pêkhateyên din de ye ku di nav hewldanên kontrolkirina cinsiyetiya jinan, mafê wan ên zayînê û cezakirinê de ne.” Manîfesto, ji bo her kes mafên xwe yên cinsî û tenduristiya zayînê bixin bin ewlekariyê standartên mînîmum ên pêwîst e dewlet li gor wê tevbigerin digire nav xwe.