Jinan li hember pergala serwer a zilam ala îsyanê rakirin

Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan di mitînga 8'ê Adarê ya Stenbolê de got: "Di pêvajoya jin di nav de nebe behsa aştiyê nayê kirin."

Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan di mitînga 8'ê Adarê ya Stenbolê de axivî û wiha got: "Di pêvajoya jin di nav de nebe behsa aştiyê nayê kirin. Birêz Ocalan di maseya muzakereyê de got, 'Azadî û wekheviya jinê ji bo min esas e. Ez nabim endamê welatê jin lê tê qetilkirin.' Em li vir careke din dibêjin di muzakereyê de em bi wî re ne." Buldan banga têkoşînê kir û got "Em ê jin bi hev re vê pergalê biguherînin."

Li Stenbolê di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Qada Qadikoyê mitîng pêk hat. Mitîng ji aliyê Platforma Jinan a 8'ê Adarê ve pêk hat. Berî mitîngê jin li ber Nexwşexaneya Numune ya Haydarpaşa hatin cem hev û bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPJ'ê" û "Bijî piştevaniya jinan" dest bi meşê kirin. Di meşê de gelek pankrat, dowîz û wêneyên jinên pêşeng hatin hilgirtin û dirûşm hatin berzkirin. Piştî meşê mitîngê bi rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê platformê Zeynep Derya daxuyaniya hevpar a Kurdî û Tirkî xwend. Derya diyar kir ku li Tirkiyeyê her diçe şîdeta zilam zêde dibe û li hemberî vê şîdetê îsyana jinan mezin de be. Derya, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li hemberî jinê di nava helwesteke durûtiyê de ye. Derya da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê li Rojava û Şengalê li hemberî jinan êrîş li dar xistin û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê jin qetil kirin, tecawîz kirin û jin li bazaran firotin. Tiştên pêk hatin şiklê desthilatdariya zilam nîşan dide."

'DIVÊ JIN DENG Û HÊZA XWE BIKIN YEK'

Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan jî 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji jinan re şandîn û ragihandin û wiha got: "Jin tenê di 8'ê Adarê de na divê 365 rojan li qadan bin û deng û hêza xwe bikin yek." Buldan anî ziman ku ji ber pergala zilam a 5 hezar salî bi hezaran jin hatin qetilkirin û wiha axivî: "Jin ligel hemû zext û zordariyan serê xwe netewandin û her tim li ser piyan ma." Buldan wiha bang li rayedarên hikûmetê kir: "Bi qetilkirina jinan re hûn ji vî welatî re azadiyê naynin. Li erdnîgariya şîdet û zext li hemberî jinan heye behsa azadî, biratî û aştiyê nayê kirin. Heke hûn bixwazin ji vî welatî re aştî û azadiyê bînin divê hûn jinan esas bigirin û guhdariya wan bikin. Divê zagon bên guherîn û makezagon li gorî jinan bê sazkirin."

'LI HEMBERÎ ŞÎDETÊ EM LI QADA BIN'

Buldan got, "Di serî de Wezareta Jinê hewcehî bi guherîna pergala vî welatî ye" û wiha axivî: "Ji bo vê yekê em jin bibin yek û zîncîrên di navbera xwe de bişkênin. Em hemû jin bi hev re bimeşin." Buldan qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Parîsê û Ozgecan Aslan bibîr xist û wiha pêde çû: "Ozgecan, Leyla, Fîdan û Sakîne qetil kirin lê em nedan rawestandin. Em derketin qadan û me îsyan kir. Em şînî negirt. Êdî em ê bibin yek û li qadan bin. Li hemberî şîdeta li dijî jinê pêk tê em ê derkevin qadan." Buldan da zanîn ku wê li hemberî şîdeta li dijî jinê pêk tê bi hev re têkoşînê bikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em ê bi hev re vê pergalê biguherînin. Ev welat, welatê jinê tune dihesîbîne ye. Jin nayê dîtin keda wê neyê dîtin. Li mal, kolan û kargehan rastî şîdetê tê. Bila ev yek baş bê zanîn ku em namûsa ti kesî nîn in em jin in. "

JINAN OCALAN SILAV KIR

Buldan got, "Wê aştiyê jî jin bînin" û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 8'ê Adarê şandî û wiha axaftina xwe domand: "Di pêvajoya jin di nav de nebe behsa aştiyê nayê kirin. Birêz Ocalan di maseya muzakereyê de got, 'Azadî û wekheviya jinê ji bo min esas e. Ez nabim endamê welatê jin lê tê qetilkirin.' Em li vir careke din dibêjin di muzakereyê de em bi wî re ne." Buldan banga têkoşînê kir û got "Em ê jin bi hev re vê pergalê biguherînin."

BULDAN: JI JINAN BITIRSIN

Buldan bal kişand ser hilbijartinê û wiha axivî: "Divê em bi hêz bikevin hilbijartinê. Em ê jin  bendavan hilweşînin. Em ê ji parlamentoyê re deng û rengê jinê pêk bînin. Em ê heya 7'ê Hezîranê mal bi mal, kolan bi kolan, gund bi gund bigerin û bihêz bikevin parlamentoyê. Jin bi hêz tên û ji jinan bitirsin."

Li ser navê jinên li Nexweşxaneya Maltepeyê di berxwendanê de Şehrîban Kaya axivî û wiha got: "Em jin divê ji bo keda xwe têkoşînê bikin û di berxwedanê de cih bigirn."

Mitîng bi govendê bi dawî bû.