Li Torontoya şevbêrka 8’ê Adarê
Li bajarê Toronto yê Kanadayê 8’ê Adarê bi şevbêrkekê hate pîrozkirin. Komîsyona Jinan a Torontoyê ya jinên Kurd şevbêrkek li dar xistin û têkildarî girîngiya rojê axivîn.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Toronto yê Kanadayê hate pîrozkirin. Hevseroka Meclîsa Toronto Çîgdem Kazan di şevbêrkê de axivî û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê. Seroka Komîsyona Jinan Hatîce Ozdemîrê jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wateya 8’ê Adarê nivîsandiye xwend.
Di şevbêrkê de koma dansê ya Dîlan derket ser dikê. Piştî defîleya jinan hunermend Zore û Narîn Şêxê derketin ser dikê. Şevbêrka jinan bi govendê bi dawî bû.