Cenazeyên şervanên YPJ'ê Koçer Akay (Hêvî Ziyan) û Elîf Îlbaş (Silav Feraşîn) ên ku di Pêngava Azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê deh hezaran kesî ve hatin definkirin.
Cenazeyên şervanên YPJ'ê Koçer Akay (Hêvî Ziyan) û Elîf Îlbaş (Silav Feraşîn) ên ku di encama Pêngava Azadkirina Kobanê de di 2'yê adarê li gundê Çelekî yê li başûr jiyana xwe ji dest dan, li Gosristan Asriyê Êlihê ji aliyê deh hezaran kesî ve hatin oxirkirin. Cenazeyên Akay û Îlbaş piştî kar û barê otopsiyê li Amdê radestî malbatan hatin kirin li tesîsa Bardakçilarê ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Konvoya ku Cenazeyên Akay û Îlbaş pêşwazî kirin bi korneyan heya navenda Êlihê anîn.
BI DEH HEZARAN KES CENAZE PÊŞWAZÎ KIRIN
Welatiyên ku cenazeyên Akay û Îlbaş yên bi rengên kesk, sor û zer pêçandin li ser milan kirin û heya goristana ku 5 kîlometre ji derveyî bajare meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şervanên YPJ'ê Akay û Îlbaş, alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Girseya ku her ku çû zêde bû bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bê Serok jiyan nabe", "Kurdistan dê ji DAIŞ'ê re bibe goristan", "Jin jiyan azadî", "PKK gel e, gel li vir e" û "Rêya şehîd rêya me PKK partiya me ye" hatin gotin. Di merasima definkirina cenazeyên Akal û Îlbaş de nûner û endamên HDP/DBP'ê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Akel û Sabrî Ozdemîr, nûnerên rêxistinên sivîl û piranî jin bi deh hezaran kes amade bûn.
CENAZEYÊN ŞERVANAN BIRIN QADA MÎTÎNGÊ
Dema gelê Êlihê bihîst ku cenazeyê şeranên YPJ'ê tên Êlihê girseya gel herikî qada mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê. Dema ku cenazeyê şervanên YPJ'ê anîn cihê mîtîngê, li qada mîtîngê kêliyên hestyar hatin jiyîn. Dîsa li qada mîtîngê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şervanên YPJ'ê yên di encama pevçûnên li Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin. Li qadê yek bi yek dayikên şervanên YPJ'ê yên di demê dawî de jiyana xwe ji dest dane axivîn. Di destpekê de dayika şervana YPJ'ê Arîn Dersîm, Mekiye Saglam axivî got ku Arîn ne weke keça min bû, Arîn rêhevala min a têkoşînê bû. Piştî Saglam, dayika Fermandara YPJ'ê Gulan Çekdar, Muhteber Ekîncî jî axivî ev tişt got: "Fermandara Cûdî, xezala serê çiya vaye Gulan hat. Were xezala min, min bêriya te kiriye. Xezala min Gulan ne keça min bû, ew hevala min ya dozê bû."
Piştî axaftinên dayikên şervanên YPJ'ê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axivî û got ku ez di serî de bejna xwe li ber tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê ditewînim. Akat diyar kir ku her roj Êlihê şehîdek xwe pêşwazî dike û wiha got: "Êlihê dîsa îro dilşewat e. Îro rûmeta me Akay û Îlbaş hatine em ji we re dibêjin hûn xêr hatin welatê xwe. Em jin deyndarê doza we ne."
Akat di merasîma cenaze de bal kişand li ser xalên ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatin diyarkirin û wiha pê de çû: "Dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şansek dawî da hikûmetê. Pêwîst e hikûmet van xalên ji aliyê Ocalan ve hatin diyarkirin baş binirxîne û li gorî wê tevbigere. Ev xal çarenûsa gelê Tirkiye û Kurdistanê aşkera dike. Divê hikûmeta AKP'ê dest ji listîkên xwe berde û gavên şênber bavêje."
Piştî axaftina Akat, girseyê cenazeyê her du şervanên YPJ'ê bi dirûşman li ser milê xwe kirin û ber bi goristanê ve bi rê ketin. Cenazeyên şervanên YPJ'ê Akay û Îlbaş ji aliyê deh hezaran kesî ve bi tilîlî û dirûşman hatin defînkirin.
Piştî definkirina cenazeyan girseya gel belav bû.