YPJ'yiyan 8'ê Adarê bi meşekê pîroz kirin

Li Kobanê, YPJ'yî jî di nav de bi sedan jin heta Şehîdgeha Şehîd Dîcle meşiyan û kulîlk danîn ser gorên YPG/YPJ'yiyan.

Li Kobanê, di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi pêşengiya Yekîtiya Star, bi sedan jin li ber avahiya Yekîtiya Star li hev civiyan û heta Şehîdgeha Şehîd Dîcle meşiyan. Bi sedan jinên ku di nav de şervanên YPJ'ê jî hebûn, li gel pankarta bi nivîsa "Ji Kobanê heta Şengalê em hemû YPJ ne" alên YPG, YPJ, TEVDEM û wêneyên şervanên YPG/YPJ'ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, hildan. Di meşê de dirûşmên "Bijî Berxwedana YPJ'ê", "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" hatin qîrîn. Meş li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li ser rêya Helebê bi dawî bû.

Li ve derê li ser navê jinan ji fermandarên YPJ'ê Azîme Denîz peyivî, bal kşand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 8'ê Adarê û got, "Rêber Apo di peyama xwe de got ku ew naxwaze li bajarekî jinek bi tenê lê mafên wê bê binpêkirin, bijî. Em şervanên YPJ'ê, ji bo mafê jinekê bi tenê jî neyê binpêkirin têdikoş in. Û em jî naxwazin li cihekî jin lê tine bê hesibandin, bijîn." Dûre rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Fatma Oso peyivî 8'ê Adarê li hemû jinên di rêya Arîn Mîrxan de dimeşin, pîroz kir.

Li dû axaftinan, meşvanan kulîlk danîn ser gorên YPG/YPJ'yiyan ên li Şehîdgeha Şehîd Dîcle.