Ji YPJ’ê peyama 8’ê Adarê
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku şoreş û azadî bêyî jinê nabe, lewre ew ê qadên têkoşînê firehtir bikin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku şoreş û azadî bêyî jinê nabe, lewre ew ê qadên têkoşînê firehtir bikin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku şoreş û azadî bêyî jinê nabe, lewre ew ê qadên têkoşînê firehtir bikin. Fermandariyê bang li hemû jinan kir ku bi rihê berpirsyartiyê hişmendiya parastinê pêş bixin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi munasebeta 8’ê Adarê peyamek weşand. Peyama fermandariyê wiha ye:
“Ji destpêka berxwedana jinê li Rojavayê Kurdistanê ve, vîn û israra jinê bêhtir kûr û xurt bû, baweriya wan bêhtir bi wan zêde bû. Di dîroka gelan de em bahareke nû pêşwazî dikin, bahareke ku bi rihê jina berxwedêr li Kobanê û Şengalê hatiye xemilandin. Belê wê bahara sala 2015’an bibe bahara serfiraziyê ku têde bi hezaran berxwedêrên jin kom bûne û ji bo fedabûyînê hertim amade ne. Ev jin ji bo parastina nirx û pîroziyên xwe li hemberî hêzên tarî bê teredût û dudilî berxwedanê dike.
Tişta ku jina Kurd li Rojava pêşkêş kiriye, ne ji ber xwe ve hatiye, lê belê ev encama hişyariya wê ya li hemberî berpirsyartiyên wê yên dîrokî ye. Ev hêza xwe ji baweriya jinê ya ‘Zincîra li ser rihê wê zincîra li ser xak, gel û nirxên wê ye.’ digre. Ji ber vê jî jinê xwest ku di navbera xweşikbûna dîroka jinê û serdema xwe ya niha yekîtiyekê ava bike. Ew bi xwe serfiraz e ku bi dest û israra xwe vê rastiyê bide afirandin. Ji ber vê jî gava yekemîn ku avêt gava parastinê bû. Li vir hêzên xwe yên parastinê di nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de ava kir û rêgeza parastina rewa ji xwe girt dest. Jin bi fedabûyîn ji tenê ji bo xwe, lê ji bo tevahiya jinên cîhanê beşdarî şerê parastinê û karîbû bi berxwedana doza jinê li hemû deverên erdê bike yek. Helwesta jinê û pêşengtiya wê ji şerê ku niha heye re, her wiha lehengiya ku di mercên herî dijwar de li hemberî hêzên terorê ku cîhanê nikarîbû xwe li hemberî wê bigrin, pêk anî careke din hêza jina Kurd, her wiha girêdana wê bi xak û rûmetê wê diyar kir. Jinê bênavber heta dilopa xwîna xwe ya dawî berxwedan da meşandin û ji her kesî re îspat kir ku li gel wê hêza ku pê karibe rêbertî û pêşengtiya şer bi hemû taktîk û stratejiyên leşkerî bike. Em nikarin mînakan di çend jinan de derxin ji ber ku ev têkoşîn bêsînor e. Rêvana, Arîn Mîrkan, Şîlan, Jiyan, Newal Viyan û Gulan hemû bûn ronakbîrî ji bo hevalên xwe. Rihê van şehîdan û fedabûyînên wan ên dîrokî rihê jina Kurd ê resen û rasteqîne ye ku pê li ser navê mirovahiyê şerê terora cîhanê dikin. Rihê berpirsyartî û berxwedanê ku li gel jina Kurd a YPJ’yî heye ji bo çareserkirina doza Kurd li çar parçeyên Kurdistanê. Doza jin li tevahiya cîhanê, xwesteka wê ya azadiyê, sekna wê ya li hemberî hemû cûreyên kuştin, zilmdarî, tundiya psîkolojîk û zayendî li dijî wê tê kirin, bersiva herî baş a li hemberî van kiryaran e. Jina ku li hemberî rêxistina herî bi xeter a li dijî wê, sekinî û serî rakir doza xwe derbasî qonaxeke nû ya dîrokê kir.
Moralê bilind ê jinên Kurd, Ereb û Asûrî yên di nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) cihê xwe digrin û di çeperên pêşî de şer dikin, di dilê dijminan de bûye wekî burkanekê keliyayî. Jinên Şengalî ku agir bi bedena xwe xistin da ku nameyekê bigihînin cîhanê îsbat kirin ku ti kes nikare pîroziyên wan bistîne û bidize. Tilîliyên jinên Rojava aqilê dijminên wê parçe kiriye. Bi rihê xwe yê ragirî û xurt efsaneyên berxwedana li dijî koletiyê nivîsandin.
Doza jinê doza mirovahiyê ya rojane ye. Ev doz hewcedariyê wê bi çareseriyên rastî û cidî li ser bingehên ramyarî, heye. Tenê bi bîranîn û rojekê ev yek çareser nebe. Şoreşa Rojava îspat kir ku bêyî jin ne şoreş û ne jî azadî pêk neyên. Eşq û evîna jinê ji azadiyê re wateya wê ya rast t3ekoşîn û fedabûyîna li hemberî sîstem û hişmendiyê desthilatdar e. Bi boneya Roja Cîhanê ya Jinan di sala ku bi rengê pêngavên rizgarkirina Kobanê û Til Hemîsê hatiye xemilandin, em tevahiya jinên kedkar, şervanên ku li çeperên pêş şerê hêzên terorîst û hov dikin pîroz dikin. Bi taybet slavên me yên pîroz ji bo jina li Kobanê, Şengalê û Til Hemîsê berxwedana mezin a bi cesaret dike, heye. Em bi vê boneyê Rêber Apo ku jin bi felsefeya xwe gihand vê asta tekoşînê silav dikin.
Wekî fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) em soz didin ku qadên têkoşînê firehtir bikin û em bang li her jineke Rojavayê Kurdistanê û cîhanê dikin ku xwedî rihê berpirsyartiya parastina jin û mafên wê be û bi hemû şêwaz û rêbazên hişyarî û zanebûnê vê yekê pêş bixin. Her wiha em ji wan daxwaz dikin ku rêya şehîdên berxwedêr û felsefeya azadiya jinê û tekoşînê wekî bingeh ji xwe re bigrin da ku civakeke exlaqî, siyasî, azad ku têde vîn û azadiya jinê were misogerkirin, bê avakirin.”