Jinên Başûrê Kurdistanê li ber parlamentoyê kom bûn
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jinên li ber Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kom bûn, careke din jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin bibîr xistin.
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jinên li ber Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kom bûn, careke din jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin bibîr xistin.
Bi wesîleya 8’êAdarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jinên li ber Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kom bûn, careke din jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin bibîr xistin. Di meş û mîtînga ji aliyê Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê û rêxistinên mafê jinan ve hat organîzekirin bi sedan jin beşdar bûn.
Li gor nûçeya di ajansa Xendan de, meşa li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêr pêk hat li ber avahiya Parlamentoyê bi dawî bû. Piştî meşê axaftinên têkildarî hestyariya jinan a neteweyî û cins hatin kirin. Ji aliyê Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê û rêxistinên mafê jinan ve hat organîzekirin, parêzvanên mafên jinan jî di nav de gelek jin beşdar bûn. Di tevahiya meş û mîtîngê de têkildarî azadiya jinan dirûşm hatin gotin.
Di daxuyaniya hevpar a mîtîngê de daxwaz ji Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û hikûmetê hat kirin ku tevayî hêz û derfetên xwe pêşkêş bikin û jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin rizgar bikin. Aktîvîstan her wiha xwestin ji bo jinên ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne jî alîkarî û piştgirî bê dayîn.