Tevî êrîşa polîsan jî 8'ê Adarê hat pîrozkirin
Jinên Rihayî, tevî êrîşa polîsên Tirk jî, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.
Jinên Rihayî, tevî êrîşa polîsên Tirk jî, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.
Jinên Rihayî, tevî êrîşa polîsên Tirk jî, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Bajarê Rihayê, jinên xwestin 8'ê Adarê pîroz bikin li Parka Alî Şellî civiyan û dest bi meşê kirin. Lê belê li êrîşa polîsan rast hatin. Bi hinceta pankarta li derveyî qanûnan polîsan dest li çalakiyê werdan û 2 jê zarok 3 kes kirin binçavan. Bi sedan jinên nerazîbûn nîşanî vê dan, Xaçerêya Ataturk ji her du aliyan ve li çûn û hatinê girtin û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî nîv saetê jinan benda polîsan hilweşandin û ber bi Meydana Topçû ve meşiyan.
Li vê meydanê li ser navê Platforma Jinan daxuyanî hat dayîn û piştre jinên beşdarî çalakiyê bûn li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin.