Tayînkirina qeyûman a ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve rêveberiyeke îstîsmarê ya eşkere ye. Li hemberî tercîh û îradeya gel serî li dagirkerî û zorbaziya dewletê didin. Ji gel re dibêje: ‘’Te dengê xwe neda namzet û partiya ku min dixwest. Ez jî namzetê te qebûl nakim. Hêza min heye û ez nanzetên te ji wezîfeya wan dûr dixim û karmendekî tayîn dikim.’’ Li vir tu wateya hiqûq, edalet û yasayan tune ye. Hemû tiştên têkildarî vê mijarê tên gotin berevajîkirin û veşartina zordestiya wan e.
Divê neyê jibîrkirin û baş were nirxandin ku pergala qeyûman çawa ketiye rojevê û hatiye sepandin. Hikûmetên Erdogan heya sala 2015’an jî nedikarî pergala qeyûman bixin rojevê. Di sala 2016’an de bi derbeyê bersivdana ji hewldana derbeyê re hate sepandin. Feraseta siyasî ya derketî holê neasayî û mercên derbeyê ne. Weke tê zanîn piştre bajarên weke Sûr, Nisêbîn û Şirnexê bi tang û topan hatin wêrankirin û rûxandin. Bi hezaran însan li pêş çavên gel hatin qetilkirin. Stratejiya çewisandina gel û jidûrxistina cih û warên wan hate sepandin. Derfet nehat dayîn ku gel xwe birêxistin bike û bide ser hev. Sîxurtîkirin, fuhûş, zext û binçavkirin bûn perçeyeke jiyanê yên asayî. Ne tenê zexta siyasî li hemberî gelê Kurd serî li polîtîkayên girantir ên çewisandin û cezakirinê jî dan. Bi awayekî eşkere qirkirina civakî pêk hat. Ev polîtîka hê jî berdewam dikin ve gel di bin zexteke giran de ye.
Di dema van qirkirin û travmayên giran ên li Kurdistanê de stratejiya qeyûm hate sepandin. Erdogan û şirîkê xwe zêde hewceyî bi peydakirina hincetan jî nedîtin. Gotin: ‘’Ev girêdayî Qendîlê ne, pereyên şaredariyê ji Qendîlê re dişînin’’ û serî propagandayeke reş û nerast dan. Eşkere bû ku tu rastiya wê nebû û îdîayeke deraqilane bû. Çimkî şaredarî di bin çavdêriya îstixbarat û burokrasiyê de bûn. Di vê qadê de gelek binçavkirin hebûn. Tim mifetîş dihatin şandin û dihatin tacîzkirin. Ji ber çavdêriyên mifetîşan hema bibêjin nedikarîn karên xwe yên rojane bikin.
Di mijara şaredariyan de Erdoganî gelek avêt. Di mijara binpêkirina yasayan de rokor şikand. Dest bi beralîkirina dadgehan û dayîna fermanan kir. Tevî ku sûcekî hatî piştrastkirin nebû jî şaredar û partî tim dihatin sûcdarkirin û weke hedef hatin nîşandan. Ev bûn awayê rêveberiya Erdogan, derbasî modeleke rêveberiya faşîst a eşkere bûn. Guh neda biryarên Dadgeha Qanûnên Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî û ew bi cih neanîn. Hiqûq ji holê rakir. Tifaqa partiyan weke sûc îlan kir. Bi xwe li gorî dilê xwe tifaq pêk anîn lê belê hevkariya CHP’ê yan ya HDP-DEM’ê weke tifaqa xirabî, parçekirin û hevkariya terorê nîşan da.
Erdogan piştî teror û sepanên xwe yên qirkirinê ên di salên 2016-17’an de şaredariyên HDP’ê desteser kir û qeyûm tayîn kirin. Ji ber qirkirin û talanê gel matmayî mabû. Partiyên din ên mixalefetê jî li hemberî vê yekê xwe bêdeng dikirin. Diviya gel rabûna ser piyan û serî hildana. Ev ne zext û bêhiqûqiyên jirêzê bûn. Rasterast û bi awayekî eşkere dest danî ser îradeya gel û hilbijartinan. Pêla duyem a qeyûman piştî hilbijartinên sala 2019’an hat. Hê şaredaran dest bi karê xwe nekirî û êrîş û dagirkeriyê dest pê kir. Dewletê bi awayekî eşkere got: ‘’Li vî welatî wê her tişt li gorî gotina min be. Gelê Kurd nikare îradeya xwe nîşan bide. Yasa û mafê hilbijartinê ji bo wan derbasdar nînin. Hûn xwe xwedî û pêkhateyeke vê dewletê ne.’’
Li Kurdistanê yasa û qanûnên bingehîn ên Tirkiyeyê hatibûn rakirin. Êdî guh nedidan formalîteyên yasayî jî. Em şahidên rêveberiya pihêtkirî ne, me dadgehên leşkerî jî dît. Lê belê di wan serdeman de jî dozger û dadgeran yasa û biryar cidî digirtin. Bi qasî Erdogan ji rê dernediketin.
Erdogan gelekî reşand. Digot ku şaredarî ji Qendîlê re pereyan dişînin. A niha jî serî li heman demagojiyê dide. Saziyên îstixbarat, polîs û darazê di bin emrê wî de ne. Heya niha tu biryarên dadgehan derheqê şaredariyan de ku dibêje ji Qendîlê re pere hatiye şandin, tune ne. Ji bo Kobanê jî serî li heman tenteneyê da. Lê belê S. Demîrtaş û yên din di bûyerên Kobanê de ceza nexwarin. Erdogan ji bo desthilatdariya xwe hemû rê û rêbazên qirêj rewa dîtin û tê zanîn ku tu qîdeyên exlaqî nas nake.
Rêveberiyên xwecihî ji aliyê demokrasiyê ve ji bo gel zêde girîng in. Û ji bo pêşketina demokrasiyê divê teqez rêveberiyên xwecihî werin pêşxistin. Ji ber vê yekê divê gel, partî û rewşenbîrên Tirkiyeyê rê nedin ku rêveberiyên xwecihî werin tasfîyekirin û derdora siyasî neyê çewisandin. Divê were zanîn ku zext û qirkirina li ser gelê Kurd wê weke dîktatorî û faşîzmê xwe nîşan bide.
Pergala demokrasî û qeyûman ne tenê pirsgirêka gelê Kurd û partiyên weke DEM’ê ne. Ji bo gelê Kurd helbet xwedî wateyeke cuda ye. Bi awayekî eşkere hebûn û îradeya gelê Kurd tê hedefgirtin. Gelekî di bin hêz û nerazîbûna ku niha gelê Kurd nîşan dide. Bi protesto û çalakiyên jirêzê mewziyên demokratîk nayên parastin. Mijar hebûn û îradeya gelê Kurd e. Ji bo vê yekê divê gel hêza xwe nîşan bide. Ji bo vê yekê divê gel hêza xwe nîşan bide. Divê li hemberî van nêzîkatiyên îstîsmarê û tunehesibandina ked û îradeyê serî hil de. Divê teqez bi serhildanan ji pêvajoyê re bersiv were dayîn. Nayê qebûlkirin ku derfetên şaredariyan werin talankirin û gelê tune were hesibandin. Derfetên şaredariyan ji aliyê maddî û manewî ve yên gel in û divê di xizmeta gel de bin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka