Jinan dansa ‘4 derî 40 meqam’ temaşe kirin

Jinên tevlî Meşa Jinên Cîhanê bûn, dansa bi navê "4 derî, 40 meqam" temaşe kirin.

Jinên tevlî Meşa Jinên Cîhanê bûn, dansa bi navê "4 derî, 40 meqam" temaşe kirin.

Li Amedê çalakiyên jinan a ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê didomin. Piştî mîtînga 8'ê Adarê ya li Qada Îstasyonê pek hat, jinên tevlî Meşa Jinên Cîhanê bûn, li Navenda Çandê ya Cegerxwîn pêşandana dansa "4 derî, 40 meqam" a ji aliyê Dansa Mezopotamya ve hatiye amadekirin temaşe kirin. Jinên ku ji 18 welatên cuda hatin bi baldarî dans temaşe kirin. Dansa ku ji aliyê Yeşîm Coşkun ve hat lîstin di nava xwe de ji gelek çandên cur bi cur û gelek olan pêk tê. Dans bi mûzîkên cur bi cur hat pêşandan.

Jinên ku tevlî Meşa Jinên Cîhanê bûn, wê sibe saet 09.00'an li Sumerparkê sergiya Kurdistanê temaşe bikin û saet 10.00'an ji wê li Daristana Bajêr şitlên daran biçînin. Di heman demê de ji bo pejirandina ketina Baxçeyên Hevsel û Sûrên Amedê ya UNESCO'yê jin wê fikrên xwe bînin ziman.