Li 3 bajaran ji bo windayan lêgerîna edaletê

Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan ji bo Abdullatîf Yagizay, Ayfan Efeoglû û Abdulselam Şahîn ên di bin çavan de hatine qetilkirin, hatin ba hev.

XIZMÊN WINDAYAN

Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan, ji bo Abdullatîf Yagizay, Ayfan Efeoglû û Abdulselam Şahîn ên ku di sala 1990’î de di bin çavan de hatine qetilkirin, li 3 bajaran lêgerîna edaletê domandin.

Endamên Şaxa Amedê ya ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 823’yan a çalakiya xwe de, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê hatin ba hev.

Sekreterê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Omer Saman, Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anîn.

Ji rêveberên ÎHD’ê Alî Îhsan Demîrtaş çîroka Abdullatîf Yagizay xwend ku di 18’ê Mijdara 1995’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di bin çavan de hate windakirin.

ÊLIH

Li Êlihê endamên ÎHD’ê û xizmên windayan, di hefteya 659’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ayhan Efeoglû hate pirsîn ku di 6’ê Cotmeha 1992’yan de li Êlihê dema xwendevanê Zanîngeha Yildiz Teknîk a Stenbolê bû, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û car din agahî jê nehate girtin.

Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Melek Atalay çîroka Efeoglû vegot.

COLEMÊRG

Endamên Şaxa Colemêrg a ÎHD’ê û xizmên windayan, di hefteya 149’an a çalakiya xwe de li Kolana Sanat a li navçeya Geverê hatin ba hev. Di çalakiyê de aqûbeta Abdulselam Şahîn hate pirsîn ku di sala 1993’yan de dema li gundê Morê yê Geverê îmamtî dikir, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate binçavkirin û agahî hîn jî nayê girtin.

Hevserokê Şaxa Colemêrg a ÎHD’ê Mûsa Bor çîroka Şahîn vegot.