Yusra Sukaya li Dusseldorfê hat bîranîn

Yusra Sukaya ya 8’ê Adara 2013’an li bajarê Dusseldorf ê Elmanya ji aliyê hevserê hatibû qetilkirin hat bîranîn.

Yusra Sukaya ya  8’ê Adara 2013’an li bajarê Dusseldorf ê  Elmanya ji aliyê hevserê hatibû qetilkirin hat bîranîn.

Yusra Sukaya ya dayika sê zarokan a 8’ê Adara 2013’an xwest bi hevalên xwe yên jin re tevlî mîtînga 8'ê Adarê û şermezarkirina qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin bibe, ji aliyê hevserê xwe hat qetilkirin, bi çalakiyekê di pêşengiya Buroya Aştiyê ya Jinan a Kurd (CENÎ) û meclîsên jinan ên wê herêmê ve hat bîranîn.

Çalakî di şexsê Yusra Sukaya, Ozgecan Aslan û hemû jinên ji aliyê zîhniyeta desthilatdar ve hatin qetilkirin bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî axaftinên têkildarî Sukaya, çalakî bi dirûşmên Elmanî û Kurdî; “Jin jiyan azadî”, “Ji Şîdeta li dijî jinê re na” bi dawî bû.