Di çalakiya 8'ê Adarê ya li Dêrsimê de Ocalan û Kobanê hatin silavkirin
Hevşaredara Dêrsimê Altûn di axaftina xwe ya li çalakiya 8'ê Adarê de got, "Em ê bi xwe qanûna xwe binivîsînin. Sedsala 21'an wê bibe sedsala têkoşîna jinê."
Hevşaredara Dêrsimê Altûn di axaftina xwe ya li çalakiya 8'ê Adarê de got, "Em ê bi xwe qanûna xwe binivîsînin. Sedsala 21'an wê bibe sedsala têkoşîna jinê."
Hevşaredara Dêrsimê Altûn di axaftina xwe ya li çalakiya 8'ê Adarê de diyar kir ku şoreşa li Kobanê bi pêşengiya jinê derket holê destpêkeke û got, "Em ê bi xwe qanûna xwe binivîsînin. Sedsala 21'an wê bibe sedsala têkoşîna jinê." Altûn bal kişand ser tevkariya Ocalan a di têkoşîna jinê de. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Leyla Zana jî da xuyakirin ku ti lîderî/ê bi qasî Ocalan heta niha jin bi hêz nekiriye û peyama Ocalan ragihand.
Li Dêrsimê bi pêşengiya KJA, bi hezaran jin li ber Nexweşxaneya Dewletê ya berê civiyan û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.
Jin bi kincên xwe yên gelêrî, li ber erbane, dahol-zirneyê heta Meydana Seyîd Riza meşiyan.
ALTÛN: EM Ê QANÛNA XWE BI XWE BINIVÎSÎNIN
Hevşaredara Dêrsimê Nûrhaya Altûn piştî meşê axivî, bal kişand ser şoreşa Kobanê û destnîşan kir ku şoreş li dijî her şêwe paşverûtiya li Rojhilata Navîn û cîhanê, bi pêşengiya jinê pêk hatiye.
Altûn got, "Ev şoreş destpêka serdemeke nû ye. Em qanûnên bi serdestî û destê mêr li hemberî jinê hatine nivîsandin, qebûl nakin. Em ê qanûna xwe bi xwe binivîsînin. Sedsala 21'an wê bibe sedsala têkoşîna jinê."
Altûn axaftina xwe wiha dewam kir: "Azadî, wekhevî û edalet wê bibin nasnameya jinê. Di asteke dîrokî de girîng e ku jin bi nasnameya xwe re li dora maseya muzakereyê ye. Asta ku jin bi kedeke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe gihandiyê, îro ji bo jinên cîhanê bûye mînak."
ZANA: MEŞVANÊN JIYANA AZAD
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Leyla Zana jî da xuyakirin ku jin 'meşvanên avakirina jiyaneke nû ya demokratîk' in û destnîşan kir, ku Kobanê dikare were mînak bê girtin.
Zana got, "Nekarîn Dêrsimiyan asîmîle bikin. Dêrsimê xwe ji xweliyên xwe ji nû ve ava kir. Dêrsim mala Sakîneyan e. Ez wê fêm dikim û dijîm. Di demeke ku kesî nekarî ji xwe re bêje 'Kurd im' Sakîne ji bo me sembola berxwedanê bû."
'DIVÊ SÎSTEM WERE GUHERTIN'
Zana bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomar Erdogan ku di hilbijartinê giştî de 400 parlamenter xwest û diyar kir ku Erdogan derdorê bi tenê reş û spî dibîne, ti ders ji xwezayê negirtiye.
Zana ragihand ku ev sîstem êdî derbasdar nîne, pirsgirêk kesayet nînin sîstem bi xwe ye û got, "Tuyê 400 parlamenterî çi bike? Eger tuyê yekdestiyê ferz bike, em ê vê qebûl nekin? Pêwîste ev sîstem bê guhertin."
PEYAMA OCALAN
Zana ev peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jin û ciwanan ragihand: "Dema min got, 'min mêr kuşt' kesî ez fêm nekir. Dema min got 'min mêr kuşt' mebesta min ne fîzîkî bû. Li ser ruh, zîhniyetê kêm ê kevin xebitîm, li ser fikirîm û min ew kuşt."
Zana da xuyakirin ku ti lîderî/ê bi qasî Ocalan heta niha jin bi hêz nekiriye û got, "Birêz Ocalan bi hezaran Roza afirand û veguherand hêzekê."
Mîtîng bi konserên Koroya Jinê ya Navenda Çandê ya Ciwanan a Bawer Kortik, Koma Wusar û Gulê Mayera dewam kir.