Li Ege û Marmarayê coşa 8’ê Adarê
Li bajarên herêmên Marmara û Ege yên rojavayê Tirkiyeyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Jiyanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Li bajarên herêmên Marmara û Ege yên rojavayê Tirkiyeyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Jiyanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Li bajarên herêmên Marmara û Ege yên rojavayê Tirkiyeyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Jiyanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Bi hezaran jinên daketin qadan tundiya li dijî jinan şermezar kirin. Jin li bajarên Manîsa, Îzmîr, Bûrsa, Çanakale, Kocaelî û Sakaryayê 8’ê Adarê pîroz kirin û berxwedana jinên Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ’ê silav kirin.
LI MANÎSA MEŞ
Li Manîsayê jin li ber Cafe Sera li hev kom bûn, pankartên “Jin ji bo keda me, bedena me, nasnameya me dimeşin”, “Jin Jiyan Azadî” vekirin û heta Qada Cumhuriyetê meşiyan. Di meşê de wêneyên sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, Arîn Mîrxan hatin hildan û dirûşmên “Ne mirin em çareseriyê dixwazin”, “Ji bo Rêberê jin afirand hezar silav”, “Arîn Mîrxan nemir e”, “Hezar silav ji bo jinên li Rojava li ber xwe didin”, “Jinên Rojava ne bi tenê ne” û “Zilam dikujin, dewlet diparêze” qîriyan.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan axivî û berxwedana jinên di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dan, silav kir û polîtîkayên hukûmetê yên li hemberî jinan rexne kir. Aydogan bal kişand ser tundiya li hemberî jinan tê kirin û da zanîn ku pirsgirêka jinan bi qasî pirsgirêka Kurd girîng e.
Her wiha li navçeyên Salihlî û Turgutlu yên Manîsayê jî 8’ê Adarê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
LI ÎZMÎRÊ POLÎSAN XWEST MEŞÊ ASTENG BIKE
Li Îzmîrê jî bi banga Platforma Jinan a Îzmîrê bi sedan jin li Deriyê Fuar Lozanê li hev kom bûn û pankarta “Em di şer de li dijî wehşeta DAIŞ’ê, li hemberî desthilatiya zilam, komkujiyên jinan, cinayetên nefretê li ber xwe didin” û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Piştevaniya Jinan” qêriyan û heta Qada Gundogdu meşiyan. Polîsan li pêşiya meşê bend danî û xwest meşê asteng bike. Piştî hevdîtinan benda polîsan hate rakirin.
Li pêşiya meşê jinên astengdêr û jinên li ser bisikletan hebûn. Jin li qada Gundogdu li hev kom bûn. Şengul Çavuloglu li ser navê jinan daxuyanî da û xwest ji bo berpirsyarti û mafê wekheviyê ya jinan sererastkirinê nû bên amadekirin.
Piştî Çavguşoglu Gulistan Balci daxuyaniya bi Kurdî xwend. Çalakî bi guvend û tilîliyan bi dawî bû.
LI BÛRSAYÊ MEŞ
Endamên Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Îzmîrê û Rêxistina HDP’ê ya Bûrsayê li ber avahiya HDP’ê ya li navçeya Yildirimê li hev kom bûn. Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tuncel û bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên rengîn ve tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên YPJ û KJA hatin vekirin û dirûşmên “Bijî Piştevaniya jinan”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Kobanê” qîriyan.
Tuncel di çalakiyê de axivî û da zanîn her çendî Erdogan û rayedarên desthilatiyê diaxivin zêdetir jin tên kuştin û tundî dijwartir dibe. Tuncel got: “Davutoglu digot ‘em ê destê dirêjî jinan dibin bişkînin’. Lê di meclîsê de wekîlên wî êrîşê jinan kirin, ka te çi kir? Te destê wan şkand?” û hişmendiya zilam a desthilatiyê rexne kir.
Tuncel bal kişand ser berxwedana jinan a li Rojava û Şengalê jî û got ku Arîn Mîrxan di vê berxwedanê de li hemberî barbariyê bû sembol. Tuncel got: “Tenê jin dikarin aştiyê bînin Rojhilata Navîn. Piştî axaftina Tuncel, çalakiya jinan bi gerandina govendê bi dawî bû.”
KOCAELÎ
Li Kocaeleliyê jî bi pêşengiya Platforma Jinan, jin li ber Banka Navendî ya Îzmîtê li hev kom bûn û heta Parka Cumhuriyetê meşiyan. Di meşê de tevî Platforma Jinan, jinên endamên partiyên siyasî, jinên endamên KOU, endamên rêxistin û saziyên sivîl tevlî meşê bûn. Di meşê de de dirûşimên li dijî şer û tundiya li ser jinan hatin gotin. Jina dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Qaşo ez namûsa wî me”, “AKP dijminê jinan û kujerê paşverû ye” qîriyan û wêneyên sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, Arîn Mîrxan, Sîbel Bûlût, Kader Ortakkaya yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan û Ozgecan Aslan a ku li Mêrsînê hate qetilkirin, hatin hildan. Di meşê de jin dirûşmên bi Kurdî, Tirkî û zimanên din ên Anatolyayê qîriyan û bi cil û bergên xwe yên neteweyî reng dan çalakiyê.
ÇANAKKALE
Her wiha, li Çanakkaleyê jî bi pêşengiya Kolektîfa Jinên Zanîngehî, Jinên Ciwan ên Azad, Jinên Halkeviyê û Meclîsa Jinan a HDP’ê û bi beşdariya gelek jinan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiya bi banga Platforma Jinan a Çanakkaleyê pêk hat de, jin ji ji Eskî Sali Pazariyê heta Qada Cumhuriyetê meşiyan. Di meşê de dirûşmên ji bo azadiya jinan hatin gotin.
Piştî meşê Sekretera Jinan a SES’ê Fatma Demîrel daxuyanî da û da zanîn ku wê têkoşîna jinan a li hemberî hişmendiya serdest a zilaman bê navber berdewam bike. Demîrel ragihand ku ew ê her tim li hemberî vê hişmendiyê li qadan bin û her tim çalakiyan li dar bixin.
Piştre komên herêmî derketin ser dikê û li ber stranan govend hatin gerandin.
Her wiha, bi pêşengiya Platforma Piştevaniya Jinan li Sakaryayê 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Zilam dikuje, dewlet diparêze” hatin gotin.