Li Hannover û Celle çalakiyên 8'ê Adarê

Bi pêşengiya Meclîsa Ronahî li Hannoverê û bi pêşengiya Saziya Hêvî ya jinên Êzidî li Celleyê meş û panelek li ser 8'ê Adarê hatin lidarxistin.

Bi pêşengiya Meclîsa Ronahî li Hannoverê û bi pêşengiya Saziya Hêvî ya jinên Êzidî li Celleyê meş û panelek li ser 8'ê Adarê hatin lidarxistin.

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Meclîsa Ronahî li bajarê Elmanya Hannoverê bi beşdariya jinên ji rêxistinên biyanî meş û mîtîngek lidar xist.

Di çalakiyê de pankartên ji wêneyên şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin, têkoşerên jin ên di berxwedana Kobanê û Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, hatin hilgirtin û bi qîrîna dirûşmeyan berxwedana Kobanê û Şengalê hat silavnkirin. 

Her wiha bi belavkirina belavokan re, bal hat kişandin ser rewşa Zeynep Celaliyan a li zîndanên Îranê tê ragirtin û rewşa jinên Şengalê yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl girtî ne. 

Çalakiyên 8'ê Adarê yên li Hannoverê wê îro jî bi panel û pîrozbahiyan dewam bikin.

JI SAZIYA HÊVÎ LI CELLE ÇALAKIYÊN 8'Ê ADARÊ

Li bajarê Celle jî Saziya Hêvî ya jinên Êzidî duh li navenda bajêr standa agahdarkirinê vekir û der barê rewşa Şengal û Kobanê de belavok belav kir.

Danê nîvro jî bi beşdariya siyasetmedarên herêmî û rêxistinên jinan, panelek organîze kir. Di panelê de bal hat kişandin ser rewşa Şengal û Kobanê û rola jinê ya di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de hat destnîşankirin.