Li bajarê Swîsre Baselê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de hefteya jinên ciwan tê lidarxistin. Hefteya ku bi şiyara "Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn" tê lidarxistin, di roja duyemîn de li eleqeyeke zêde ya jinan rast hat.
Di roja destpêkê ya çalakiyê de, bi semînerekê re berxwedana YPJ'ê ya li Rojava ji rêxistinên Swêdî re hat nasandin. Di roja duyemîn de jî standana danasîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Di çarçoveya çalakiyê de wê îro jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) meş û mîtîng bê lidarxistin. Li qada çalakiyê li ser hêza jinên Kurd pêşangeheke danasînê were vekirin.
Hefte wê bi şanoya kolanan û panelê bi dawî bibe. Organîzatoran dan xuyakirin ku jinê ciwan, li dijî kapîtalîzmê dikarin paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke alternatîfekê bibînin.
Di çarçoveya çalakiyê de banga beşdariya li 2. Konferansa Jinên Ciwan a di 14'ê Adarê de li Kolnê bê lidarxistin, hat kirin.