Li Swêdê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek bajarên Swêdê bi panel, xwepêşandan, şev û semîneran tê pîrozkirin.

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek bajarên Swêdê bi panel, xwepêşandan, şev û semîneran tê pîrozkirin.

Jin li aliyekî bi şevan 8'ê Adarê pîroz dikin, li aliyê din jî bi panel û civînan re pirsgirêkên lê rast tên û pêşniyarên çareseriya van pirsgirêkan nîqaş dikin.

Yek ji mezintirîn çalakiyên Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji aliyê "Komîteya 8'ê Adarê" û "Federasyona Jinê ya Neteweyên Yekbûyî ve" li paytext Swêdê hat lidarxistin.

Di çalakiya ku tevahiya rojê dewam kir de axaftina vekirinê ji aliyê Wezîra Wekheviyê ya Swêdê Åsa Regner ve hat kirin. Li gel têkoşîna jinên li Swêdê, têkoşîna jinên ji Nepal, Sahra Rojava, Kenya û Tûnisê ya li hemberî mercên jiyanê û sîstema civaka baviksalariyê, hatin nirxandin.

DI BERXWEDANA KOBANÊ DE ROLA JINÊN KURD

Di semînereke ji aliyê rêxistina aştiyê ya bi navê "Ji bo Aştiyê Jin" hat organîzekirin de, rewşajinên Kurd ên li Rojava û Kobanê hat nirxandin. Berpirsyara Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Swêdê Eda Duzgun, rola jinên Kurd a di berxwedana Kobanê û rêxistinbûyîna demokratîk a li Rojava de ji jinan re vegot.

Duzgun destnîşan kir ku şoreşa li Rojava şoreşa jinê ye û diyar kir ku jinên YPJ'yî yên welatê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê parastin û di serketina mezin de xwedî roleke girîng in, ji niha ve di avakirina jiyana nû ya pêşerojê de tevkarî kirine. Duzgun banga piştgirîdayîna jinên Rojavayî li hemû jinan kir.

BANGA RIZGARKIRINA JINÊN ÊZIDÎ Û NÎJERYAYÎ

Li semta Husby a Stockholmê jî jinên Kurd, Tirk, Somaliyî, Îranî û Roman bi hev re 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Di çalakiyê de rewşa jinên Êzidî û Nîjeryayî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û Boko Haram ve hatine revandin hat nirxandin. Jinan bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kirin, ku ji bo rizgarkirina jinan bikevin nava hewldanan.

Jinên ji Amerîka Latîn jî çalakiyeke din lidar xistin û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Seroka Forma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Livh di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku li gelek welatên li Rojhilata Navîn mafên jinan ên astengkirin, lê belê li Rojava jin di nava rêveberiya demokratîk de cih digirin û destnîşan kir, ku di têkbirina DAIŞ'ê li Kobanê de jinên Kurd roleke mezin lîstine, fedekariyee mezin kirine.

LI GAEVLE JINÊN KOBANIYÎ HATIN SILAVKIRIN

8'ê Adarê li bajarê Gaevle li avahiya Mala Gel bi beşdariya 140 Kurdistanî û Swêdiyan bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Di axaftinên li vir de jî bal hat kişandin ser têkoşîna jinên li Rojava û ji ber wêrekiya xwe jinên YPJ'yî û jinên din ên Kurd hatin pîrozkirin, jinên Kobaniyî hatin silavkirin.

Hunermendên Kurd Sîdar, Xoşnav Efrînî, Alan Huner, Dilbirîn Rojava jî bi stran û berhemên xwe reng dan şevê.

XWEPÊŞANDANA HEVPAR A JINAN ÎRO YE

Jin wê îro li 10 bajarên Swêdê dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman. Tê payîn ku xwepêşandana herî mezin li Stockholmê were lidarxistin. Xwepêşandana Komîteya 8'ê Adarê ku Meclîsa Jinên Kurd a Amara jî di nav de bi qasî 40 rêxistinên jinan tê de cih digirin, wê li Meydana Sodermalmtorgê saet di 16:00 de destpê bike.