Nûçegihanên JINHA Tûfan û Karlidag diyar kirin ku nûçegihaniya jinê piştevaniya jinê jî bi pê xistiye. Tûfan got, "Guhdarîkirina li jinê, nivîsandina ji bo wan li gorî min hevparbûyîna îsyana jinê ye. Carna em bi hev re digirîn. Piştî hin nûçeyan em dibin rêheval." Karlidag jî got, "Dema li nava medya navendî ya ji sîstema mêr dixebitîm, aliyekî min her tim xemgîn bû."
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) a beriya niha bi 8 salan di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ava bû, dixwaze bibe dengê cîhana jinê. JINHA ku beyanên jinê esas digire û di hevpariya nasnameya jinê de zimanekî nû yê nûçeyan afirand, nûçegihanên wê yên Îzmîrê Handan Tûfan û Ceren Karlidag der heqê nûçegihaniya jinê de ji me re axivîn.
'RUHÊ DENÎZ, GÛRBETELLÎ DI NÛÇEYAN DE DIJÎ'
Nûçegihana JINHA ya Îzmîrê Handan Tûfan da xuyakirin ku ew di heman demê de li hemberî zimanê nûçeyan ê ji mejiyê mêr ê sîstemê têdikoş in û got, "Ruhê Denîz Firatan, ruhê Gûrbetelliyan di her hevokê de heye û ev yek jî hevparbûyîna îsyana jinê ye. Guhdarîkirina li jinan, nivîsandina ji bo wan li gorî min, hevpariya îsyana jinê ye."
'PIŞTÎ NÛÇEYÊ EM DIBIN RÊHEVAL'
Tûfan da zanîn ku çêkirina nûçeyên jinê hem cihê kêfxweşiyê ye hem jî barekî giran e û got, "Em carna li ser komkujiyên jinê dinivîsînin, em rûniştinên van komkujiyan dişopînin. Çavdêriyên min ên li hemû rûniştinan, min dixe nava rewşeke tirs û fikaran. Tiştên ku em dizanin e, lê belê bihîstina yekser ji çavkaniyê, zehmet e. Di rûniştinekê de dadgerekî li keçîniya jineke hatibû qetilkirin pirsî bû. Di rûniştinekê de ji tecawizkar re gotibû 'tu şêrê min e'. Em carna li derdê jinên ji şîdetê direvin guhdarî dikin. Carna bi hev re digirîn. Piştî hin nûçeyan jî em dibin rêheval."
'GUHDARÎKIRINA LI JINÊ PÎROZ E'
Tûfan ragihand ku li Îzmîrê ji gelek gelan jin dijîn û pirsgirêkên van jinan xweser in û got, "Derdê debarê yê jinên Roman, derdê nasnameyê yê jinên Kurd, têkoşîna jiyanê ya jinên penaber, li her kolanê derdikevin pêş. Jinên kedkar li atolyeyan bûne girtiyên sîstema talankariyê. Wekî din şîdeteke mobbîng heye. Em van her tim dixin rojevê. Ziman, ol, nîjad çi dibe bila bibe, ç difikire bila bifikire, guhdarîkirin û nivîsandina jinê, gelekî pîroz e."
'SERÎ RAKIRINA LI HEMBERÎ MEDYA MÊR'
Nûçegihana JINHA ya Îzmîrê Ceren Karlidag jî da xuyakirin ku yek ji hêmanên girîng ên zîhniyeta mêr didomîne medya ye û got, "Dema li nava medya navendî ya ji sîstema mêr dixebitîm, aliyekî min her tim xemgîn bû. Sîstem hem ji ber nasnameya me ya jinê binpê dike, zorê dide me, hem jî bi pirsgirêkên hebûneyî me mijûl dike. Beriya her tiştî kêfxweş im ku li saziyeke welê dixebitin, ku jinên li kolanan, dibistanan keda wan tê talankirin xwe lê îfade dikin."
'JIN JI JINÊ BAWER DIKE'
Karlidag anî ziman ku xebata bi jinan re desthilatdariyê, bermayînên feodal û feraseta zordariyê dijkuje û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bo bûyîna dengê jinê, berpirsyariyên mezin divê. Beriya her tiştî hûn weke nûçegihaneke jin li şîdeta mêr rast tên. Di çav û helwestên gelek nûçegihanên mêr de feraseta 'tu nikare vî karî bike' heye yan jî di dema şopandina nûçeya li kolanê de, tu li zexta mêrekî di rê de derbas dibe, tê. Ajansa me li bajarên Tirkiye û herêmê samîmiyetek derxist holê. Dema ku min nûçeya xwe ya destpêkê ya li ser êrîşa zayendî çêkir, demeke dirêj psîkolojiya min sererast nebû. Eger îro hevalên jin ên li ajansê dikarin hînê nûçeyan çêbike, sedema vê yekê ew e ku em bi jinên rastî şîdeta mêr tên re hêstrê hev paqij dikin, êşên hev vediguherînin îsyanê."