Êdî YPJ ji bo cîhanê bûye sembolek

Heyeta ku ji Elmanya û Yewnanîstanê pêk dihat bi munesebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hatin serdana welatiyên Kobanê yên li Kobanê bi cih bûne. Heyetê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin.

Heyeta ku ji Elmanya û Yewnanîstanê pêk dihat bi munesebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hatin serdana welatiyên Kobanê yên li Kobanê bi cih bûne. Heyetê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin.

Heyeta Elman û Yewnanistanê ya ku di nava wê de Parlamentera partiya SYRÎZA yê Afrodît Stampoulî jî hebû piştî li Nisêbîna Mêrdînê xebatên xwe bi dawî kirin hatin Pirsûsê. Heyet ji aliyê Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez, Berpirsyarê Diplomasiyê yê KCD’ê Mustafa Dogal ve hat pêşwazîkirin. Heyet li konbajarê Şehîd Arîn Mîrxan daxuyaniyek çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de Parlamenter Stampoulî axivî û got ku divê êdî jin li hemû cihanê xwedî li mafê xwe derkevin û mafên xwe bi dest bixin.

ÊDÎ YPJ JI BO CÎHANÊ BÛYE SEMBOLEK

Der barê têkoşîna şervanên YPJ’ê de Stampoulî anî ziman şerê jinên Kurd ên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ji bo hemû jinên cîhanê ye û got ku ev berxwedan hêviyek mezin çêkiriye. Stampoulî da zanîn ku berê hemû jinên cihanê niha li ser têkoşîna jinên kurd e û wiha axivî. "Têkoşîna şervanên YPJ’ê ji bo me tiştekî pir mezin e û ji bo jinên cihanê êdî wek sembolekî tê zanîn."

Koma femînîst jî der barê şervanên YPJ’ê de axivîn û gotin ku sedema hatina wan ji bo têkiliyên xwe bi jinên Kurdan re xurt bikin û anî ziman ku YPJ êdî wek hêviyekê jinê tê nasîn.

HEYETÊ GUNDÊN KOMUNAN ZIYARET KIR

Heyeta ji Elmanya û Yewnanîstanê hatî piştî ziyaretkirina konbajar derbasî gundên Miseynter, Mehser û Elîzêrê bûn û ji bo çalakvanan serkeftin xwestin. Heyeta ji Yewnaniîstanê di saetên 13:00’an de ji bo vegera Yewnanistanê ji Pirsûsê derketin. Koma ji Elmanya yê hatiye dê sibe derbasî Kobanê bibin.