JIN
Hemû Nûçe
-
Li Ewropayê çalakiyên ji bo edaletê
Li gelek welatên Ewropayê çalakiyên ji bo edaletê hatin lidarxistin û têkildarî hewldanên nirxumandina komkujiya li Parîsê hişyarî hate dayîn. Çalakgeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî protesto kirin. -
Li Belçîkayê jinan têkîldarî qetlîama Parîsê çalakî li dar xistin
Li paytexta Belçîka Brukselê di pêşengtiya TJK-E’yê de têkîldarî Qetlîama Parîsê çalakiyek hat lidarxistin. -
Ji bo dewleta Fransa banga ‘Qetlîama Parîsê’
Li Parîsê ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger banga edaletê li dewleta Fransayê hat kirin. -
Li Berlînê çalakiya edaletê: Heta ronî nebe wê çalakiyên me bidomin
Li Berlînê çalakiya edaletê ya Çarşemê weke her hefteyê vê hefteyê jî dewam kir. -
Ji bo Pelîvan a li Berlînê hate qetilkirin merasîmek hate lidarxistin
Jina Kurd a bi navê Yeter Pelîvan ku li Berlînê ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin, hat veşartin. -
Zexta li girtiyan a li Girtîgeha Yenîşehîrê zêde dibe
Li Girtîgeha Tîpa K-1 a Yenîşehîr a Bûrsayê, tehde li girtiyan tê kirin ku 'nasnameya terorê' bi sînga xwe ve bikin. Rêveberiya girtîgehê qîma xwe bi vê jî nanî û niha zextê li girtiyan dike, ku beriya dîtina parêzeran, goreya xwe ji pê bikin. -
Destdirêjî û destavêtin li Elmanyayê hatin şermezarkirin
Destdirêj û destavêtina li jinan, ku li Elmanyayê zêde dibin, hatin şermezarkirin. -
'Pêkanîna şoreşê wê bibe bersiv ji komkujiyan re'
Ji fermandarên YJA Starê Çîgdem Dogû diyar kir, bi pêkanîna şoreşê re ku gefa qirkirinê ji holê radike, wê bersiv ji komkujiyan re bê dayîn. -
Meclîsa Jinan a DBP’ê biryara rêxistinbûna giştî ragihand
Meclîsa Jinan a DBP’ê encamnameya civîna xwe ya li Amedê ragihand. Di danezanê de hate xwestin, tecrîda li ser Ocalana demildest were rakirin, biryara rêxistinbûna giştî hate ragihandin. -
Dîlek Ocalan: Em ê qebûl nekin û li ber xwe bidin
Dîlek Ocalan li Modenayê axivî û got, ‘’Helwesta Mehmet Tûnc a bibiryar, ji bo me mîrasa têkoşînê ya jêneger e’’ -
Ebel: Divê jin li dijî rejîma çavtirsandinê bikevin nava tevgerê
Ji nûnerên Swîsreyê yên Meşa Jinê ya Cîhanê Marîanne Ebel got, êrîşên li Tirkiyeyê yên li dijî mafên jinan, ne yên qebûlkirinê ye. Ebel bang li jinên li gelemperiya cîhanê kir, ku li dijî rejîma çavtirsandinê ya Erdoban bikevin nava liv û tevgerê. -
'Sakîne, Leyla, Fîdan rûmeta me ne, em ê nehêlin rûmeta me bê binpêkirin'
Eniya Jinê ya Biryargeha Şoreşger da xuyakirin, eşkerekirina komkujiya Parîsê û darizandina dewleta Tirk û rêxistina wê ya îstîxbaratê MÎT'ê, erka edaleta Fransayê ye. -
Li Tire jinek hate qetilkirin
Li navçeya Tîre ya Îzmîrê jina bi nave Kader Korkmaz ji aliyê hevjînê xwe yê cuda dijiya ve hate qetilkirin. -
1. Konferansa Jinê ya PYD'ê dest pê kir
1. Konferansa Jinê ya PYD'ê li Swîsreyê dest pê kir. Nûnera PYD'ê ya Jinê Zozan Dêrik di destpêka konferansê de axivî. -
'Mirina kujer divê li pêşiya ronîkirina komkujiyê nebe asteng'
KJK'ê li ser 'mirina' kujerê komkujiya Parîsê Omer Guney daxuyaniyek weşand û got, "Manîdar e ku Guney beriya destpêkirina dozê mirî ye." -
Faşîstên Tirk êrîşî 2 jinên HDP'yî kirin
Li Eskîşehîrê, komek ji faşîstan êrîşî 2 jinên endamên HDP'ê kirin. -
SKB: Sakîne, Fîdan, Leyla... em ê şopdarên vê dozê bin!
SKB: Agahî û kasetên di nava vê demê de derketin holê, îspat kirin ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye organîzekirin. -
TJK-E: Ji bo hesabê qetlîama Parîsê neyê pirsîn, dewleta Tirk û Fransa hevkarî kirine
TJK-E têkîldarî mirina kujerê Qetlîama Parîsê Omer Guney daxuyanî da û got; “Ji bo hesabê vê qetlîamê ji dewleta Tirk û hevkarên wê neyên pirsîn, her cure hevkariya qirêj û bazar hatine kirin. -
‘Pêvajoya me ji ya windakirina bavê min hê xirabtir e’
Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin cara 612'yemîn li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. -
ÎHD, li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo girtiyên jin nobed girt
Komîsyona Jinê ya ÎHD’ê bi çalakiyek li ber Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê bal kişandin ser êşkenceyên li dijî girtiyên jin, diyar kirin ku her çi bibe bila bibe wê her tim li dijî tundiya li ser jinê bin. -
SMJÊ: Ev cejin bibe wesîleya bilindkirina têkoşîna azadiyê!
Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) bi daxuyaniyekê Cejna Êzî pîroz kir û wiha got: “Em cejna Êzî li tevahiya gelê Kurd bi taybetî civaka Êzîdî û li mîmarê azadiyê û çareseriyê Birêz Ocalan pîroz dikin.” -
TAJÊ, Cejna Rojên Êzî pîroz kir
TAJÊ, bi boneya Cejna Rojên Êzî daxuyaniyek da û got, “Em bang li hemû jinên Êzîdî, jinên cihanê dikin bila tevlî têkoşîna me bibin ku heya cejneke din em hemû êsîrên xwe xilas bikin û azadiya Êzîdxanê ava bikin.” -
TJA destek da banga ji bo kongreya neteweyî
TJA destek da banga ji bo kongreya neteweyî û got, ev yek mijareke gelekî girîng e. -
Li Wanê rêxistina Jinên Şoreşger ên Ciwan hat damezrandin
Damezrandina rêxistinbûna Jinên Şoreşger ên Ciwan li Wanê, bi rêya belavokan hat ragihandin. Di belavokê de hat gotin, "Heta Rêberê me azad bibe û çeteyên dagirker ji Kurdistanê biqewirînin, em ê bi ruhê fedayî yê şehîdan şer bikin." -
Li Marsîlyayê çalakiya edaletê
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin kuştin, çalakiya bi daxwaza edaletê hate lidarxistin.