TAJÊ, Cejna Rojên Êzî pîroz kir

TAJÊ, bi boneya Cejna Rojên Êzî daxuyaniyek da û got, “Em bang li hemû jinên Êzîdî, jinên cihanê dikin bila tevlî têkoşîna me bibin ku heya cejneke din em hemû êsîrên xwe xilas bikin û azadiya Êzîdxanê ava bikin.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ) bi wesîleya Cejna Rojên Êzî daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku Her gelekî xwedî dîrok û felsefe, hebûna xwe li ser hîmên pîroz ava dike û diparêze û got, “Wek gelê Êzîdî jî şêwazekî parastina ol û baweriya xwe bi riya cejnên xwe em pêk tînîn. Ji dîrokê heya niha hemû êrîşên li ser vê civakê hatine, ji bo vî miletî ji cewhera wê dûr bixin û pîroziyên wê tine bikin bû. Lê çiqas êrîş hat jî me zêdetir nirxên xwe yên pîroz parastin û adetên xwe bi kêfxweşiyek mezin bi cîh anîn.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev hatin gotin:

“Piştî fermana 3’yê Tebaxê jî em bi hemû hêza xwe adet û cejnên xwe bi cîh tînin. Ev jî rêbazekî din a berxwedaniya gelan e. Ew çiqasî bi ser me de werin jî em ê hê zêdetir bi çanda xwe ve girêdanê xwe xurt bikin. Cejn, rojên aştî û tifaqê ne. Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê TAJÊ di vê cejna Rojên Êzî de cejna hemû gele Êzîdî pîroz dikin, em hêvîdar in ku bi vê cejnê re yekîtî û tifaqa gelê me ava bibe û em bikaribin li hemberî dijminên xwe berxwedaniyeke hevbeş bidin. Di serî de malbatên Şehîdên Êzîdxanê, miletê me yê ku di şert û mercên pir giran de cardin jî cejnên xwe çêdikin û keç û jinên me yên di destên DAÎŞ’ê de esîr in, lê di dilê xwe de her tim Êzdatiya xwe diparêzin û li benda me ne ku em wan ji wê zilmê xilas bikin, em cejna wan pîroz dikin.

Bi wesîleya vê cejnê em bang li hemû jinên Êzîdî, jinên cihanê dikin bila tevlî têkoşîna me bibin ku heya cejneke din em hemû êsîrên xwe xilas bikin û azadiya Êzîdxanê ava bikin.

Careke din Cejna Rojên Êzî ji bo hemû Êzîdiyên ku li çar aliyê dinyayê belav bûne pîroz bibe. Ev cejn bibe wesîleya aştiya cîhanê.”