'Pêkanîna şoreşê wê bibe bersiv ji komkujiyan re'

Ji fermandarên YJA Starê Çîgdem Dogû diyar kir, bi pêkanîna şoreşê re ku gefa qirkirinê ji holê radike, wê bersiv ji komkujiyan re bê dayîn.

Çîgdem Dogû bi wesîleya salvegera komkujiyên Mereş û Roboskî yên di meha Kanûnê de hatin kirin, ji ajansa me re axivî û helwesta divê li dijî komkujiyan bê nîşandan, nirxand.

Dogû di destpêka axaftina xwe de jin, zarok, extiyar, ciwan her kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr anî û destnîşan kir, ew ê hesabê van hemûyan bipirsin.

KOMKUJÎ ŞÊWEYÊ PARASTINA HEBÛNA MÊTÎNGERIYÊ YE

Dogû bibîr xist, ku meha Kanûnê veguheriye meha komkujiyan û got, "Komkujiya Mereşê ya 1978'an, Komkujiya 19'ê Kanûna 2000'î li zîndanan, ku dewletê navê 'Vegera li Jiyanê' lê kiribû û Komkujiya Roboskî ya sala 2011'an bi hovîtî û êşên dane kişandin re bûne komkujiyê welê, ku ji hiş û bîra mirovan ti carî dernakevin."

Fermandar Dogû da zanîn, li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Kurdistanê komkujî ti carî kêm nebûne û destnîşan kir, komkujî şêweyeke dewamkirina hebûna xwe ya mêtîngeriyê ye.

'KOMKUJIYA MEREŞÊ BERSIVA LI PARTÎBÛNA LI KURDISTANÊ BÛ'

Çîgdem Dogû anî ziman, piştî ku Kurd û Elewî bi xurtî ketin nava pêvajoyeke rêxistinî ay şoreşgerî, neteweperestî û dewleta Tirk a li ser înkara Kurdan, Elewî û derdorên Îslamî ava bûye, ji bo pêşîgirtina li vê têkoşîna şoreşgerî, serî li terorê da.

Dogû ragihand, dema ku tevgera Apoyî li Kurdistanê hê bi bandor bû, 22 roj piştî pêkhatina kongreya damezrandinê ya PKK'ê, di 19'ê Kanûnê de li Mereşê komkujî hat kirin û got, "Ev komkujî, bersiva li Partîbûna li Kurdistanê û têkoşînaş şoreşgerî ya li Tirkikyeyê bû. Pêwîstî bi komkujiyekê hebû, ku asta terorê zêde bike û çavên her kesî bitirsîne. Komkujiya Mereşê ji aliyekî ve ji bo çavtirsandina girseyan û pêşîgirtina li şoreşê hate kirin, ji aliyê din ve jî amadekarî ji darbeya 12'ê Îlonê ya sala 1980'î re dikir. Ev yek nîşaneya hatina darbeyê bû. Komkujiyek bû ku xwest vîna Kurdan a ji nû ve zindî bû careke din bixe gorê."

Ji fermandarên YJA Starê Dogû da xuyakirin, ku ji 19'ê Kanûnê heta 26'ê Kanûnê, bi destê faşîsten sivîl komkujiyeke giran hate kirin û got, "Ji pitika di zikê dayikê de, heta mirovên extiyar, Kurd û Elewî bi rengekî bêrehm hatin kuştin. Îro qala hovîtiya DAIŞ'ê tê kirin. Gelo komkujiya li Mereşê li Elewiyan, çepgir, jin û zarokan hate kirin, çi yê xwe ji ya DAIŞ'ê kêmtir e? Mirov dikarin ji Komkujiya Mereşê bi rehetî fêhm bikin, ku DAIŞ ji aliyê gladyo û faşîzma Tirk ve hatiye amadekirin. Mamosteyê DAIŞ'ê, Gladyoya Tirk e."

'KEVNEŞOPIYA PKK'Ê YE KU BI PÊNGAVÊ BERSIVÊ BIDE HER KOMKUJIYÊ'

Di dewama axaftina xwe de Çîgdem Dogû bibîr xist, ku di şeva 28'ê Kanûna 2011'an de, 34 şêniyên Roboskî ku piraniya wan zarok bûn bi balafirên şer hatin kuştin û wiha dewam kir: "Rayedarên dewleta Tirk di destpêkê de gotin, 'me li terorîstên di sînor re derbas dibûn xistin'. Piştî ku eşkere bû hemû qaçaxçî ne, ji xwe hesab nedan, pêwîstî bi dayîna hesab jî nedîtin. Hê jî pêwîstiyê bi dayîna hesab nabînin. Ji ber ku dewlet bi mejiyê 'Kurdê herî baş Kurdê mirî ye' tevdigere."

Dogû destnîşan kir, ku dema Komkujiya Mereşê hate kirin, PKK komek ji pênc salan, partiyeke ji 22 rojan bû; dema komkujiya Roboskî hate kirin PKK weke partiyeke salan xwedî tecrûbeya gerîla û azadiyê bû û xwe gihandibû asta meşandina şerê gel e şoreşgerî û avakirina sîstema xwe ya nû.

Fermandar Çîgdem Dogû bibîr xist, ku gerîla di sala 2011'an de dest bi pêngava şerê gel ê şoreşgerî kiribû, bi vê pêngavê re dixwest pêşî li hegemonya AKP'ê bigire û sîstema jiyana xwe ya azad ava bike.

Dogû di dewama axaftina xwe de got, "Çalakiyên di vê çarçoveyê de di mehên payîzê de hatin kirin, li Çelê û Şemzînanê bi şêweyê operasyonên şoreşgerî hatin kirin û pêngava şer a ber bi bajaran ve diçû, hikûmeta faşîst a AKP'ê gav bi gav tirsandibû. Ji hin aliyan ve pêwendiya komkujiya Roboskî bi tengaviya hikûmeta faşîst re heye. Bi komkujiyê re xwest çavên gel bitirsîne û nîşan bide, bê dikare çiqasî zêdegaviyê bike. Gelekî zelal e, Tevgera PKK'ê ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê veguheriye hêzeke têk naçe, bi komkujî û girtinan nikare bê rawestandin. Gelek hikûmetan ev yek ceribandin, lê her gavê ev hikûmet ji holê rabûn. AKP'ê jî heta dawiyê israr kir ku vê biceribîne. Kevneşopiya PKK'ê, kevneşopiya Rêbertî ye ku bi pêngavê bersivê bide her komkujiyê. Komkujiya Roboskî û kuştina 34 mirovên me jî, ji bo me bûyereke ku ti carî nayê qebûlkirin, nayê ji bîr kirin e. Ji bo me esas e, ku ji bo bersivê bidin vê komkujiyê têkoşîna xwe mezin bikin û zexta qirkirinê ji holê rakin. Em dikarin bi vî rengî bibin bersiv ji şehadeta wan re. Yên ev komkujî plan kirine, yên ferman dane, yên dane destpêkirin û meşandine, wê li pêşberî gelê me, li pêşberî gelên me hesabê bidin."

'PÊWÎSTE EM LI SER BINGEHA JIYANEKE AZAD Û DEMOKRATÎK TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN'

Dogû Komkujiya 19'ê Kanûnê ya li Zîndanan jî bibîr xist û anî ziman, ev komkujî jî di bin navê 'vegera li jiyanê' de bi destê dewletê bi dehan şoreşger bi rengekî hovane hatin kuştin, bû yek ji rûpelên dilşewat ên dîroka şoreşê.

Dogû diyar kir, dewletê di wê demê de li dijî grevên birçîbûnê yên li dijî sîstema hucreyê ya bi tîpa F dest bi operasyona tinekirinê kir û got, "Hevrêyên berxwedêr û şoreşger, ji bilî bedena xwe ti çeka xwe nebûn. Ya ku li ser van hevrêyan dihat ferzkirin 'jiyan' nebû, teslîmiyet bû. Bîranîna van şoreşgerên leheng jî li me ferz dike ku em şoreşê mezintir bikin û bi ser bixînin. Ew teslîm nebûn, wan serî netewandin. Û ji me re mîrateyek hiştin. Ferman dan me ku em li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

Çîgdem Dogû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, ku divê ew rexneydayîna kêmasiyên xwe bidin û bi pêkanîna şoreşê û serketinê, hesab ji komkujiyan bipirsin.