Li Lozanê pirtûka Rêber Apo hate xwendin
Kolektîfa Ciwanên Enternasyonalîst li Lozanê hefteyê du caran çalakiya xwendinê li dar dixe. Di çalakiya vê hefteyê de pirtûka Rêber Apo ya bi navê Konfederalîzma Demokratîk hate xwendin û nîqaşkirin.

Çalakiya xwendina fikrên Rêber Apo ku Kolektîfa Ciwanên Enternasyonalîst di çarçoveya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meha borî dabû destpêkirin, li bajarê Lozanê dewam dike.
Di çalakiya xwendinê de ku li Navenda Çandê ya Pole Sud a girêdayî Sendîkaya Unia tê lidarxistin de vê hefteyê pirtûka Konfederalîzma Demokratîk yê Rêber Apo a li ser paradîgmaya “Jinên azadîxwaz, demokratîk û ekolojîk” hate xwendin û nîqaşkirin.
Di çalakiyê de beşên ji pirtûka Konfederalîzma Demokratîk hat xwendin û di nava komên xwendinê de li ser fikrên azadîxwaz a Rêber Apo nîqaş hatin kirin.
Ciwanan diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo cihê xwe di meşa mezin a roja Şemiyê li Kolnê bê lidarxistin de bigirin.