‘Pêvajoya me ji ya windakirina bavê min hê xirabtir e’

Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin cara 612'yemîn li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev.

Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin cara 612'yemîn li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hat vekirin û dowîzên ku wêneyên windayan li ser hebûn hatin hilgirtin. Her wiha di çalakiyê de Dayikên Şemiyê dowîzên ku wêneyên Mujgan Ekîn û kesên di qetlîama Mereşê de jiyana xwe ji dest dane û nivîsa "Gorên kesên li Mereşê hatine windakirin li kû ne" hatin hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên di 11'ê Kanûna 1991'an de, di bin çavan de hatin windakirin hatin pirsîn.

'BILA ZAROKÊN DIN ÊŞÊ NEKIŞÎNIN'

Di çalakiyê de destpêkê kurê Agît Akîpa Fehmî Akîpa axivî. Akîpa diyar kir ku ev 26 sal in ew li bavê xwe digerin û wiha got: "Bi salan me êş kişandin. Ji hina û pê de tenê daxwaza me ew e ku li vî welatî aştî û hizûr serwer bibe û kesek neyê windakirin." Keça Îbrahîm Demîr, Denîz Demîr jî wiha got: "Bi salan em bi hêviya aştiyên jiyan, ev pêvajo ji pêvajoya dema bavê min hat qetilkirin xirabtire. Em dibêjin êdî bes e. Em naxwazin zarokên din jî heman êşê bikişînin. Li gel êşên ku me kişandine jî em dibêjin aştî."

'RIYA AŞTIYÊ VEKIN'

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî bi lêv kir ku kesên hêz û çapemeniyê di destê xwe de digirin êdî bes e ji vê tundî û şerê ku li ser gel ferz dikin û xwest riya aştiyê vekin.

NAMEYA DAYIKA DEMÎR HAT XWENDIN

Di çalakiyê de nameya dayika Îbrahîm Demîr Sare Demîr hat xwendin û Demîr di nameya xwe de diyar kir ku heta ew hesabê qetilkirina Dayika Taybet a ku cenazeyê wê bi rojan li erdê ma û parêzerê doza wan Tahîr Elçî ji kujeran nepirsin wê qad bibin berû.

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Leyla Havva Kaya ve hat xwendin. Kaya diyar kir ku ew ji siyaseta ku welat vegerandiye gorê re dibêjin êdî bes e û wiha axivî: "Em dizanin ku çareserî ne di mirinê, di parastina jiyanê de ye. Ev 55 roj in ti agahî ji Mujgan Ekîn nayê girtin. Heta neyê gotin ku Ekîn li kû ye em ê bêjin 'Mujgan Ekin li kû ye'."

Di dawiyê de Kaya xwest ku rewşa bêcezakirinê ya li ser dosyaya Demîr û Akîpa bê rakirin û edalet pêk bê.