Li Wanê rêxistina Jinên Şoreşger ên Ciwan hat damezrandin

Damezrandina rêxistinbûna Jinên Şoreşger ên Ciwan li Wanê, bi rêya belavokan hat ragihandin. Di belavokê de hat gotin, "Heta Rêberê me azad bibe û çeteyên dagirker ji Kurdistanê biqewirînin, em ê bi ruhê fedayî yê şehîdan şer bikin."

Di daxuyaniya Jinên Şoreşger ên Ciwan de hat gotin, "Em di pêvajoyeke welê de ne, hevsengiyên cîhanê li Rojhilata Navîn diguherin, sînor ji nû ve tên diyarkirin û ji bo gelan bi taybetî gelê Kurd derfetên girîng derketine holê. Dewleta faşîst a desthilatdarîparêz, ku berhema zîhniyeta mêr e, di zivistana 2016'an de bi rengekî namerdî êrîşî gelê me û qadên xwerêveberiyê kir û xwest bi polîtîkaya komkujiyê xwe ji xwîna Kurdan mezin bike. Bi pêşengiya jin û ciwanan li dijî vê yekê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Vê berxwedanê planên hêzên faşîst û AKP'ê pûç kir, AKP serberjêr kir."

'EM Ê XWE LI HER CIHÎ BI RÊXISTIN BIKIN Û ŞER BIKIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bersiva hevala Zehra Eplî (Serhildan Sason) ku nîşan da; di zîndanê de jî divê mêtîngerî, destdirêjî, destavêtin neyê qebûlkirin, bûye sembola ruhê çalakiyê û serhildana fedayîtiya jinê. Li ser vê bingehê, di çarçoveya perspektîfa hevrê Serhildan û hemû hevrêyên jin ên bi lehengî şer kirin û şehîd bûn em rêxistinbûna Jinên Şoreşger ên Ciwan radigihînin. Weke jinên şoreşger ên ciwan, em ê xwe li lîse, zanîngeh û taxan bi rêxistin bikin û li dijî navgîn û saziyên modernîteya kapîtalîst ên jinan dikin kole, şer bikin."

'HETA RÊBERÊ ME Û GELÊ ME AZAD BIBIN...'

Daxuyanî bi vî rengî qediya: "AKP û hemû hêzên wê, ku li Kurdistanê plana dagirkeriyê dimeşînin, di hedefa me de ne. Azadiya Rêberê me sedema me ya bingehîn a şer e. Heta ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û hemû çeteyên dagirker ji Kurdistanê biqewirînin, heta ku hemû jin û gelên me azad bibin, em ê bi ruhê fedayî yên şehîdên xwe şer bikin."