'Mirina kujer divê li pêşiya ronîkirina komkujiyê nebe asteng'

KJK'ê li ser 'mirina' kujerê komkujiya Parîsê Omer Guney daxuyaniyek weşand û got, "Manîdar e ku Guney beriya destpêkirina dozê mirî ye."

KJK'ê destnîşan kir, mirin an jî kuştina tetîkkêş Omer Guney, li pêşiya ronîkirina komkujiya Parîsê ne asteng e û got, "Mirina Guney, gumanên li ser hewldanên nixumandina komkujiya Parîsê zêde kiriye."

Koordînasyona KJK'ê bibîr xist, ku di ser kuştina hevrêyên wan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re 3 sal derbas bûn û diyar kir, tevî delîl, belge û agahiyên cidî hene ku nîşan didin komkujî ji aliyê endamên îstîxbarata Tirk ve hatiye kirin û tetîkkêş Omer Guney hat girtin, dadgehên Fransayê 3 salan bûyer ronî nekirin û dadgeh nedan destpêkirin.

Koordînasyonê bal kişand ser bangewazî û çalakiyên tevgera azadiyê, gelê Kurd û bi taybetî jinan û ragihand, tevî vê yekê jî dadgeh û dewleta Fransayê bi rengekî siyasî nêzî bûyerê bûne, têkiliyên xwe yên polîtîk ên bi Tirkiyeyê nexistiye nava rîskê û pêvajoya darizandinê, ku di şexsê Omer Guney de wê sûîqesta siyasî bihata ronîkirin, nedaye destpêkirin.

'MIRINA GUNEY BI GUMAN E'

Koordînasyonê bal kişand ser xebatên îstîxbarata Tirk MÎT'ê yên li Ewropayê bi taybetî li Elmanyayê û da zanîn, planên sûîqestê yên li dijî rêveberên Tevgera Azadiyê ya Kurd û siyasetmedarên Kurd di dema dawî de derketin holê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li Elmanyayê di vî warî de operasyon li dijî hin şexs û komeleyan hatin kirin, di encamê de belgeyên cidî bi dest ketin û gelek agahiyên girîng ên ji aliyê hin kesan ve hatin dayîn, eşkere bûn.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Derdikeve holê, ev xebatên xetere û qirêj ên MÎT'ê yên li dijî Tevgera me ya Azadiyê û siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê, pêwendiya xwe bi sûîqesta 9'ê Çileya 2013'an a li dijî hevrêyên me Sara, Rojbîn û Parîs hene. Tevî ku ev xebatên cidî yên MÎT'ê yên li dijî Tevgera me ya Azadiyê û siyasetmedarên Kurd kişf bûn, têkiliyên Omer Guney bi MÎT'ê û hin kesên din ên li Ewropayê re derketin holê û plana reva ji girtîgehê eşkere bû, dadgehên Fransayê bi israr darizandina Omer Guney taloq kir. Ev yek nîşan dide ku dadgehên Fransayê nêzîkatiyeke siyasî nîşan didin. Ev sê sal in, di şexsê Omer Guney de darizandina kiryarên sûîqesta Parîsê nehatine darizandin û mehek beriya destpêkirina dozê, Omer Guney mir. Ev yek gumanan zêde dike, ku hewl tê dayîn doza komkujiya Parîsê bê girtin."

KUJER MIR, YA JÎ HAT KUŞTIN?

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku ji destpêkê ve bi derewa 'Omer Guney nexweş e' hewl hatiye dayîn serbest bê berdan û got, "Ji malbatên hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî re hat ragihandin, ku dozgerên Fransayê ji ber nexweşiya Omer Guney wê li ser berdana wî dest bi nîqaşê bikin. Heman piştî girtina ajanekî MÎT'ê li Elmanyayê, hat ragihandin ku Omer Guney mirî ye. Ev rewş manîdar e. Gelo Omer Guney mir an jî hate kuştin? Pêwîste ev bê fêhmkirin û zelalkirin. Mirin an jî kuştina Omer Guney, nêzîkatiya siyasî û xemsariya dadgeh û dewleta Fransayê ya ji bo ronînekirina komkujiya Parîsê, nanixumîne. Berpirsyariya wan a li pêşberî sûîqesta Parîsê girantir dike."

KJK'ê destnîşan kir, gelê Kurd wê ti carî qebûl neke ku bi bahaneya mirin an jî kuştina Omer Guney, ev doz bê girtin. 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, helwesteke bi vî rengî wê ji bo demokrasî û dadgehên Fransayê bibe xeletî û sûcekî dîrokî û hat gotin, "Meqam, îstîxbarat û dadgehên Fransayê divê sûîqesta Parîsê ronî bikin. Girîng e gelê me û hemû jin, têkoşîna xwe ya ji bo ronîkirina sûîqesta Parîsê û darizandina dewleta Tirkiyeyê, hê bi biryar bimeşînin."

JI BO RONÎKIRINA KOMKUJIYÊ, TÊKOŞÎN DIVÊ

KJK'ê diyar kir, heta ku sûîqesta Parîsê neyê ronîkirin, hêzên li pişt kiryaran neyên eşkerekirin, xebat, rêxistinbûn û planên qirêj ên MÎT û hêzên tarî yên mîna wê yên li Ewropayê ronî nebin.

Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku eger ev neyê kirin, wê pêşî li êrîşên xetere û çalakiyên terorîstî yên li Ewropayê li dijî Kurdan û gelek derdoran, neyê girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li dewletên Ewropayê bi taybetî dewleta Fransayê hate kirin, ku sûîqesta Parîsê derhal ronî bikin, tevî mirin an jî kuştina Omer Guney, kiryaran eşkere bikin û dadgeh bikin.

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, eşkerekirina xebat û rêxistinbûna MÎT'ê li Ewropayê, ne tenê ji bo Kurdan ji bo ewlekariya hemû Ewropiyan gelekî girîng e û got, "Em li bendê ne, dewletên Ewropayê di vê mijarê de hê bi wêrekî bixebitin û siyaseteke bi vî rengî bimeşînin. Divê gelê me, ji bo ronîkirina sûîqesta Parîsê û destpêkirina dadgehê, zexta xwe zêde bike û bi rêxistinî têbikoşe."