BI DÎMEN

Ji bo meşa Kolnê belavok hatin belavkirin

Li bajarê Frankfurtê ji bo meşa Kolnê ya 16’ê Mijdarê belavok hatin belavkirin.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, Komîsyonên Îdarî û Qada Civakî bi armanca piştgirîdayîna meşa ku dê 16’ê Mijdarê li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin, li herêma Oberradê serdana malan kirin û belavokên ku gel vedixwînin meşê belav kirin.

Endamên komîsyonê bal kişandin bi ser giringiya tevlêbûna bi girseyî ya ji bo azadiya Rêber Apo.

Her wiha li bajar organîzekirina otobusan jî temam bû.