Komîsyona Mafên Jinê ya Şaxa Stenbolê ya Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD), di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê de ji bo balkişandina ser êşkenceya li dijî girtiyên jin li ber Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê daxuyanî da. Di çalakiyê de ku pankarta “Bila tundiya dewleta zilam a li ser girtiyên jin bi dawî bibin” hat vekirin, dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Mirov bi mafên xwe mirov in”, “Rûmeta Mirovahiyê wê êşkencê bişkîne” berz kirin.
Endama Komîsyona Jinê ya ÎHD’ê Muruvet Yilma daxuyanî xwend, diyar kir ku di vê pêvajoyê de daxwazên herî demokratîk jî tên sînordarkirin, hewl tê dayîn ku rêxistinên girseyê yên têkoşîna demokratîk dimeşînê bên bêdengkirin.
‘DI LÊGERÎNÊ DE JINAN TAZÎ DIKIN’
Yilmaz anî ziman ku bi hinceta Rewşa Awarte, tundiya zilam hê zêdetir bûye û wiha dewam kir; “Ji ber rojnamevan Nivîskar Asli Erdogan, Necmiye Alpay, gotin çapemeniya azad nayê bêdengkirin ji azadiyên xwe bûn. 8 parlamenterên jin ên ku îradeya têkoşîna gel û jinê li meclîsê temsîl dikirin, bi dehan hevşaredar hatin girtin û avêtin zindanan. Girtin hê jî didomin. Li girtîgehan bi taybet jî li ser jinên polîtîk zext û êşkence di vê demê de zêde bûne. Jinên ku li dijî tazîkirinê derketin, bi êrîşên fîzîkî û cinsî re hevrû man.”
Yilmaz, diyar kir ku di vê hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê de tundiya zilam a li derve û hundir protesto dikin, daxwaz kir ku ev tundiya li ser jinê demildest bi dawî bibe, diyar kir ku çi dibe bila bibe, wê her tim li dijî tundiya li ser jinê bin.