BI DÎMEN

Ji TEV ÇAND Ewropa strana nû: Li qadan e

TEV ÇAND Ewropa di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” strana nû ya bi navê “Li qadan e” çêkir.

Hunermendên TEV ÇAND Ewropa di çerçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û ji bo meşa ku wê di 16 Mijdarê de li Koln ê pêk bê straneke nû ya bi navê “Li qadan e” çêkir.

TEV ÇAND Ewropa daxuyand ku bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê hunera azad” straneke nû amade kirine û got: “Heya niha bi gelek çalakiyên hunerî-çandî yên cuda em beşdarî pêngava azadiyê ya cîhanî bûn. Stran di naveroka xwe de bahsa girêdana gelê Kurd bi Rêber Apo re dike. Her wiha bahsa fedekarî û çalakbûna wî û bi taybetî di van hefteyên dawî de ku li hemberî siyaseta qirkirinê rojane li qadan e, dike.”

Li qadan e

Zanibin em şiyar in

Her derê dibînin

Daf û xapê we

Nikarin me bixapînin

 

Em ê çerxa bêbextî û derewên we bişkînin

Ya rastî û azadiyê bi destê xwe bigerînin

 

Apocî li qadan e

Her dem li ser piyan e

Li çiyan li zindanan

Li her derê berxwedan e

 

Em lehiyek ji agir in

Kes nikare me vemrîne

Me soz daye te Rêber Apo

Veger nîne

 

Şiyar û hayedar in 

Her derê dixwînin

Rê nadin bêbextiyê

Em bêdeng namînin

 

Şev be, roj be, sar be, germ be

Em ê bê rawestan bin

Azadiyê bixwazin û

Em ê li meydanan bin.

 

Meşa me li qadan e

Berê me li çiyan e 

Dilê me li zindanê

Dibên berxwedan jiyan e

 

Em lehiyek ji agir in

Kes nikare me vemrîne

Me soz daye te Rêber Apo

Veger nîne