Dîlek Ocalan: Em ê qebûl nekin û li ber xwe bidin
Dîlek Ocalan li Modenayê axivî û got, ‘’Helwesta Mehmet Tûnc a bibiryar, ji bo me mîrasa têkoşînê ya jêneger e’’
Dîlek Ocalan li Modenayê axivî û got, ‘’Helwesta Mehmet Tûnc a bibiryar, ji bo me mîrasa têkoşînê ya jêneger e’’
Li Modena ya Italyayê, bi tevlêbûna Wekîla HDP’ê Dîlek Ocalan civîneke gel hate lidarxistin.
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dîlek Ocalan têkildarî pêvajoya siyasî ya giştî axivî û berxwedana xwerêveberiyê vegot.
Ocalan diyar kir, girtina wekîlên HDP’ê û kirinên dijî hiqûqê ew ê qebûl nekin û got, ‘’têkoşîna me wê bê navberdayinê bidome’’ Ocalan got, ‘’Helwesta biryardar a Mehmet Tûnc a di berxwedana xwerêveberiyê de, ji bo me mîrasa jêneger e’’
Dîlek Ocalan bal kişande ser tecîra girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, AKP/Qesr ji bo îmhaya fizîkî ya Ocalan bi MHP’ê re ketiye nav bazaran.