Li Belçîkayê jinan têkîldarî qetlîama Parîsê çalakî li dar xistin
Li paytexta Belçîka Brukselê di pêşengtiya TJK-E’yê de têkîldarî Qetlîama Parîsê çalakiyek hat lidarxistin.
Li paytexta Belçîka Brukselê di pêşengtiya TJK-E’yê de têkîldarî Qetlîama Parîsê çalakiyek hat lidarxistin.
Di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) de, ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger ku di Qetlîama Parîsê de jiyana xwe ji dest dabûn, li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê çalakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” hatin berzkirin, belavokên Fransî jî hatin belavkirin.
Di çalakiyê de bang hat kirin ku 28’ê Kanûnê beşdarî belgefilma Sakîne Cansiz bibin.
Navnîşana ku wê belgefilm lê bê pêşkêşkirin: Rîe dû centre 57 Rûe Des Frîpîers 1000 Brûsels.