Ji nûnerên Swîsreyê yên rêxistina jinan a bi navê World March of Women (Meşa Jinê ya Cîhanê) Marîanne Ebel, bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin ji ANF'ê re nirxand.
Ebel da xuyakirin, di serî de mafên jinan mafên civakî û şexsî li Tirkiyeyê ji holê hatine rakirin û got, "Ji hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê heta roja îro, pêlek mezin a zext û şîdetê li Tirkiyeyê heye. Qenalên televîzyonê, radyo û rojnameyên mûxalîf hatin girtin. Pêla girtina rojnamevan û akademîsyenan, bi girtina wekîlên HDP'yî û hevşaredaran dewam dike."
'BI ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ŞAREDARIYAN RE ÊRÎŞ LI SIBEROJA JINAN HATE KIRIN'
Ebel got," Ev polîtîkaya zordar a li ber deriyê Ewropayê, ku roj bi roj mezin dibe, bê sekinandin" û anî ziman, hedefa destpêkê ya van êrîşên bêhiqûqî, li dijî jinan hate kirin. Ebel bal kişand ser êrîşên li dijî Şaredariyan û girtina hevşaredaran û wiha dewam kir: "Piştî ku şaredarî bûn hedef, di destpêkê de navendên van şaredariyan ên ji bo jinan hatibûn vekirin, hatin girtin. Hevşaredarên jin ên van şaredariyan û xebatkarên wan hatin girtin yan jî ji kar hatin derxistin. Ev êrîşên tên kirin, êrîşa li dijî biryara jinê ya ji bo siberoja xwe ye. Nirxên ku tevgerên jinan li vê qadê afirandin, ji holê hatin rakirin."
'QANÛNÊN HIQÛQA NAVNETEWEYÎ NAYÊN DÎTIN'
Ebel got, "Bi polîtîkayên tesfiyeyê yên li gelemperiya welêt dest pê kir, zêdeyî 100 hezar karmend ji kar hatin kirin. Di van êrîşan de, ewilî jin kirin hedef û qadên perwerde, tenduristî û hiqûqê hatin binpêkirin. Di çarçoveya qanûnên Rewşa Awarte de li 39 herêman, xebatên 370 saziyên civakî hatin sekinandin. Bi vê biryarê re mohr li deriyê saziyên jinan hatin xistin, ku van saziyan mafên jinan diparastin û li dijî şîdeta li jinê têdikoşiyan."
Ebel bibîr xist ku gelek komeleyên mîna KJA, Gokkûşagi, Komeleya Jinê, Komeleya Jinê ya Ceren ku mafên jinan diparastin hatin girtin û diyar kir, ev yek êrîşa li dijî navendên hêza jinê ye.
Ebel destnîşan kir, ku zext û şîdeta tê kirin, êrîşa li dijî azadiya ramanê û mafên bingehîn e ku di hiqûqa navneteweyî de hatine ewlekirin û got, "Tirkiye, ku bi qanûnên Rewşa Awarte re gelekî zêdegavî kiriye, qanûnên navneteweyî û mafên mirovan ên gerdûnî yên ji aliyê van qanûnan ve hatine naskirin, tine dihesibîne û avêtiye."
'FERMANA KIRINA ÎŞKENCEYÊ LI GIRTÎGEHAN, JI JORÊ VE TÊ'
Ebel da zanîn, piştî darbeya leşkerî, darbeyeke sivîl ketiye meriyetê û anî ziman, li girtîgehên Tirkiyeyê zext, şîdet û îşkence di asta herî bilind de ne.
Ebel diyar kir, êrîşêın fîzîkî û psîkolojîk li girtiyên siyasî bi taybetî li jinan tên kirn û wiha dewam kir: "Zexta lêgerîna bi tazî li girtiyan tê kirin. Raporên tenduristiyê, şîdeta giran a li girtiyên jin tê kirin, radixin pêş çavan. Tevî ku ev şîdeta giran a li girtiyên siyasî tê kirin ji aliyê gardiyan û berpirsyarên girtîgehan ve tên krin jî, ev polîtîka zext û şîdetê di çarçoveya qanûnên Rewşa Awarte de ji jorê ve yanî ji aliyê hikûmetê ve tê kirin. Ev rêbaza nehiqûqî weke tolhildana ji girtiyan, ku weke dijminan tê dîtin, tê bikaranîn. Ev polîtîka jî ewilî li dijî jinan tê meşandin. Ji bo xwegihandina jinên girtî yên li Tirkiyeyê, lazim e jinên li gelemperiya cîhanê bikevin nava tevgerê."
'LI DIJÎ REJÎMA ÇAVTIRSANDINÊ Û BAVIKSALARIYÊ, DIVÊ JIN BIKEVIN NAVA TEVGERÊ'
Ebel got, "Weke World March Of Women em bang li jinên li gelemperiya cîhanê dikin, ku li dijî rejîma zordar, çavtirsandin û baviksalariyê ya Erdogan, bikevin nava tevgerê û dakevin qadan." Ebel wiha dewam kir: "Divê em ji bîr nekin; rejîma totalîter a li Tirkiyeyê ji bêdengiya li Ewropayê hêzê digire û serî li rêbazên nû dide. Em li pêşberî vê rewşa li ber deriyê Ewropayê diqewime bêdeng nemînin û nebin hevparê sûc. Dibê em hemû saziyên jinan ên li Ewropayê bixin nava tevgerê, delegasyonên navneteweyî ava bikin û bikin ku jinê li girtîgehan û saziyên jinan ên hatin girtin ên li Tirkiyeyê werin ziyaretkirin."
'LAZIM E DARBEYA POLÎTÎK A LI TIRKIYEYÊ BÊ QEDANDIN'
Ebel destnîşan kir, ku divê Konseya Federal a Swîsreyê, Konseya Ewropayê (KE), Rêxistina Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) û Neteweyên Yekbûyî li dijî darbeya polîtîk a li Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê û dawî li vê rewşê bîne. Ebel tiştên ku divê dewleta Tirk bike jî, wiha bilêv kir:
"Hevşaredarên hatine girtin an jî ji wezîfeyê hatine kirin, derhal wezîfeya wan radestî wan bê kirin.
Wekîl û siyasetmedarên bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin û piştre ji ber nêrînên xwe hatine girtin, derhal bên berdan.
Hemû qanûnên pêşî li karê Rêxistinên Civakî yên Sivîl digirin bên rakirin, hurmet ji demokrasiyê re bê nîşandan û mafê sendîka û rêxistinbûnê bê naskirin.
Di serî de mafên jinan û hemû mafên bingehîn ên civakê bên ewlekirin, hurmet ji serdestiya hiqûqê re bê nîşandan û azadî were parastin.
Rewşa Awarte derhal bê rakirin û hemû qanûnên di vê pêvajoyê de ketine meriyetê, bên rakirin."