Ji bo dewleta Fransa banga ‘Qetlîama Parîsê’
Li Parîsê ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger banga edaletê li dewleta Fransayê hat kirin.
Li Parîsê ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger banga edaletê li dewleta Fransayê hat kirin.
Li paytexta Fransayê Parîsê, çalakiya edaletê ya ji bo yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, dewam dike. Bi daxwaza ronîkirinê û li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa weke her Çarşemê di hefteya 205’emîn de jî, ji bo 3 jinên şoreşger edalet hate xwestin.
Çalakî li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê destpê kir û endamên SKB’ê jî destek danê.
Domahiya meşê, wêneyên 3 jinên Kurd ên şoreşger hatin rakirin, dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” hatin berzkirin.
Dema girse gihişt ber Buroya Enformasyona Kurdistanê, deqeyek rêz girtin.
‘EM DEST JÊ BERNEDIN’
Nûnerên Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst, têkîldarî mirina kujer Omer Guney ku yekane bersûcê Qetlîama Parîsê bû, nerazîbûnên xwe anîn ziman. Di axaftinan de ev hatin ziman; “Hikûmeta Fransayê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî bi dewleta Tirk re ketiye nav têkîliyên qirêj, tevî ku 4 sal di ser qetlîamê re derbas bûye jî hê doz nehatiye destpêkirin, ev jî rewşê bi eşkere datîne holê. Ev merheleya Doza Qetlîama Parîsê, ji bo edalet û daraza Fransayê şermek e. Em ê dest ji vê dozê bernedin, ti carî nehêlin li demê bê belavkirin û jibîrkirin.”
Di çalakiyê de ji bo meş û mîtînga navendî ku wê 7’ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin jî banga tevlîbûna xurt hat kirin.