BI DÎMEN

Li Ewropayê çalakiyên ji bo edaletê

Li gelek welatên Ewropayê çalakiyên ji bo edaletê hatin lidarxistin û têkildarî hewldanên nirxumandina komkujiya li Parîsê hişyarî hate dayîn. Çalakgeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî protesto kirin.

Piştî ku hate bihîstin tetîkkêşê komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an 'mirî' ye, nerazîbûnên Kurdan ên li dijî hewldanên nixumandina rastiyan, zêde bûn.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd a Avestayê bi dirûşma "Em edaletê dixwazin" bêdengiya dewleta Fransayê ya li ser Komkujiya Parîsê hate şermezarkirin.

Girseya gel, tevî serma û seqemê jî li ber avahiya Konsolosxaneya Fransayê li hev civiya, pankarta ji wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û nivîsa "Em dixwazin komkujiya Parîsê bê ronîkirin" vekir.

Di çalakiyê de hat bibîrxistin, mirina tetîkkêşê komkujiyê Omer Guney demeke kurt beriya destpêkirina rûniştina dozê rû daye û hat ragihandin, Guney bi zanebûn hatiye bêdengkirin.

Çalakgeran diyar kirin, bersûc ne tenê Omer Guney e û li pişt vê komkujiyê MÎT heye. Qisekeran ji bo bicihhatina edaletê ji Fransayê xwestin, gavên pêwîst bavêje.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, PYD, Avesta, Ciwanên Azad û KJB'ê hatin vekirin û gelek belavokên bi zlmanê Elmanî li ser mijarê hatin belavkirin.

DUSSELDORF

Cihekî din ê çalakiya ji bo edaletê, bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bû. Çalakiya vê hefteyê ji aliyê nûnerên meclîsên gel ên li eyaleta Nordrheîn Westfalenê (NRW) ve hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-Elmanya) û Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ) ve hate orgaznîzekirin.

Çalakgeran bi qasî saetekê li Martîn Lûtter Platzê çalakî pêk anîn û belavoka bi zimanê Elmanî xwendin. Her wiha dosyayek li ser polîtîkayên tinekirinê yên AKP û MHP'ê û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Parlamenta NRW hate kirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi dirûşma "Bila komkujiya Parîsê di nava tarîtiyê de nemîne" mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng li ser banga TJK-E ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hate organîzekirin û li Mockebergstrasseyê pêk hat.

Endamên Meclîsa Jinê dan xuyakirin, ku nabe bi mirina kiryar Omer Guney re doz bê nixumandin û gotin, doz bi zanebûn demeke dirêj hatiye taloqkirin.

Di mîtîngê de her wiha çalakiya terorê ya li Berlînê jî hate şermezarkirin ku 12 kes lê mirin.

MARSÎLYA

Bi heman armancê, mîna her Çarşemê duh jî li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo cara 205. çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Girseya gel bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li ber Walîtiya Marsîlyayê daxwaza edaletê kir.

Di çalakiyê de dirûşmên "Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne", "Kujer Tirkiye" hatin qîrîn û belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin. Ji bo meş û mîtînga navendî ya 7'ê Çileyê ya li Parîsê jî banga tevlîbûnê hate kirin.

FRANKFÛRT

Li navenda bajarê Frankfûrtê, YJK-Frankfûrtê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina nêzîkatiya neadîl a li komkujiya Parîsê, standa agahdarkirinê hate vekirin.

Çalakiya terorê ya li Berlînê jî hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re aştî", "Duh Kurdistan îro Berlîn" û "Em edaletê dixwazin" hatin qîrîn û bi sedan belavok hatin belavkirin.

DARMSTADT

YJK-Darmstadtê jî li Lûîsenplatz a li navenda bajêr standeke enformasyonê vekir.

Di çalakiyê de belavokên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.

ZURÎCH Û BASEL

Li bajarê Zurîch û Baselê yên Swîsreyê, ji bo her sê jinên şoreşger ên Kurd çalakiyên edaletê hatin lidarxisitn.

Çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîtan a Zurîchê ve hate organîzekirin, li ber Gara Trenê ya Navendî pêk hat û li vir gelek belavok hatin belavkirin.

Çalakgeran daxuyanî li vir dan û anîn ziman, mirina tetîkkêş Omer Guney cihê gumanan e û gotin, heta komkujiyê ronî bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Meclîsa Jinê ya Ronahî jî li navenda Baselê bi heman armancê çalakî lidar xist. Di çalakiyê de wêneyên her sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin kuştin, hatin vekirin.

Li vir jî daxuyaniyek hate dayîn û hat ragihandin, heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ronîkirina komkujiya Parîsê ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Çaakî bi qîrîna dirûşman qediya.