TJA destek da banga ji bo kongreya neteweyî

TJA destek da banga ji bo kongreya neteweyî û got, ev yek mijareke gelekî girîng e.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser banga ji bo kongreya neteweyî îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li Kurdistanê pêwîstî bi guherîn, veguherîn û yekîtiyê heye û anî ziman, kirina banga ji bo kongreya neteweyî di demeke bi vî rengî de, gelekî girîng û dîrokî ye.

TJA'yê da xuyakirin, ku jinên Kurd bi dayîna berdêlên giran destketiyên gelê Kurdistanê diparêze û diyar kir, kongreya neteweyî jî wê bibe temamiya destketiyên van berdêlan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em pêkhatina kongreya neteweyî weke neteweya demokratîk ku parçeyek ji têkoşîna me ya demokratîk de dibînin. Lewma girîng e kongreya neteweyî derhal bicive û bang li jinên Kurd dikin, ku destekê bidin banga ji bo kongreya neteweyî."