SMJÊ: Ev cejin bibe wesîleya bilindkirina têkoşîna azadiyê!

Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) bi daxuyaniyekê Cejna Êzî pîroz kir û wiha got: “Em cejna Êzî li tevahiya gelê Kurd bi taybetî civaka Êzîdî û li mîmarê azadiyê û çareseriyê Birêz Ocalan pîroz dikin.”

Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) bi daxuyanke nivîskî Cejna Êzî li tevahî gelê Êzidî û gelê Kurd pîroz kir. Meclîsê wiha got: “ Cejin di tevahiya gelan û olan xwedî cewherek girîng û wate ye. Ji bo ku dawî li şîdetê, zilm û zoriyê bê anîn, xweşiyê û aramiyê bê jiyîn civak li ser hîmên çandên xwe rojiyan digrin. Civaka Êzîdî yek ji wan civakên gelê Kurd e ku hemberî dagirkeran ti car xiyanetê li çanda xwe yê nekirine, tim dijî zilmê xwe parastine. Wek di fermana 73’emîn de jî mirovahî bu şahid ku li diyardeya jinê çanda qedîm tê parastin. Jina Kurd a Êzîdî li ser esasê parastina xwe, ya civakê û jiyanê bi xwebûna xwe ji nû de vedigere heqîqetê. Di rojên wek cejin de jî ew pêşengtiya xwezayî ya jinê bêhtirîn derdikeve holê. Li ser vî bingehî em dixwazin gotinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr bixin: ‘Destana Derwêşê Evdî dîroka rastîn a Kurd e. Egidiyek mezin e. Xwe gihandina vê egîdiyê erka we ye...Dijmin dixwaze me bifetisîne, lê em ê wek derwêş bi eşqa mezin û dîrokek mezin serbikevin. Divê hûn bi yekitiya xwe di xeta welatparêziyê de xwe kîlît bikin. Ne xwe tenê bihesîbînin, ne jî ji Kurdistanê dûr. Ji ber ku hûn xwediyê Kurdistanê bi xwe ne. Ji xwe bawer bin, ez xwe yekemîn nêzîkê civaka Êzîdî dibînim, ji ber xwedîderketina we li welat, berxwedaniyê û egîdiyê. Cejna we pîroz be.’

Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî diyar kir ku jinên Kurd ên Êzidî bi xwebûna xwe têkoşînê dimeşînin. Bi hezaran ji bo parastina xaka xw û canda xwe li çiyayê Şengalê li ber xwe didin. Bi pêgava tolhildanê jinên Êzidî dîsa jiyan ji nû ve hatiye şîberkirin.

SMJÊ herî dawî bang li hem civaka Êzidî kir ku ji bo azadiya Rêberê xwe di asta herî jor de têkoşînê bimeşînin û got: “Azadiya Rêber Apo azadiya Êzidxanê ye.”