Tevgera Jinê ya Kurd (TJK-E) bi bîr xist ku 3 siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, 9’ê Çileya 2013’an li navenda Parîsê hatine qetilkirin û got; “Belge, qeydên deng û şahidan derketine holê, eşkere dikin ku ev cinayetên siyasî ji hêla MÎT’ê hatiye organîzekirin.”
Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê wiha berdewam kir;
“Hakimtiya lêpirsînê li ser dane û belgeyan bûyer lêpirsîn kiriye û di encama lêpirsînê de li ser dadgeha ku sala 2015’an çêbû, bi dawî bûye. Tevî vê jî bi ti awayî doz nehatiye vekirin, bi zexta daxwazên mafdar û lêgerîna edaletê ya gelê Kurd, hatiye ragihandin ku wê doz 5’ê Kanûnê be û dûvre jî bi awayekî keyfî hatiye gotin ku wê 23’yê Çileyê bê dîtin.
Di vê demê de her tim nexweşiya kujer Omer Guney di rojevê de hatiye girtin û bûye hinceta dirêjkirina dadgehê. Tevî ku rewşa Omer Guney ji hêla dewleta Fransa baş tê zanîn jî, li şûna ku doz demildest bê dîtin, taloqkirina wê tê wateya pêkneanîna dozê. Me beriya niha jî fikarên xwe bi raya giştî re parve kiribû, ragihandibû ku hewl tê dayîn ku bi revandin an jî kuştina yekane sûcdarê dozê kujer Omer Guney, dixwazin pêşî li dozê bigirin û rastiyan di tarîtiyê de bihêlin.
Di vê merheleyê de ji bo 23’yê Çileyê ku wê doz bihata dîtin, demeke kurt mabû, destpêkê agahî hat dayîn ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bûye û biryara tahliyeyê ya wê bi dadgeha 19’ê Kanûnê Duşemê diyar bibûya hatiye ragihandin, dûvre jî hatiye gotin ku ev kujer ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê miriye.
HIKÛMETA FRANSAYÊ JI BO QETLÎAM RONÎ NEBE HER CURE HEVKARÎ KIRIYE
Tê fêmkirin ku hikûmeta Fransa li gor berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî, ji bo tekane sûcdar Omer Guney dernekeve pêş dadgehê û ji bo qetlîama Parîsê ronî nebe, dadgeh nekiriye, wek stratejiyekê li demê belav kiriye, ji bo rastî di tarîtiyê de bimînin û cinayeta ku dewleta Tirk kirî dernekeve holê, her cure hevkarî bi dîktaya AKP û Erdogan a faşîst re kiriye. Ji bo hesavê vê qetlîamê ji dewleta Tirk û hevkarê wê dewleta Fransayê neyê pirsîn, her cure hevkariya qirêj û bazar hatine kirin.
Li Fransayê 25 cinayetên siyasî pêk hatine, lê têkîldarî van cinayetan ne tewanbariyek ne jî dadgehek hatiye kirin. Her li ser cînayetan hatiye nixumandin û berpirsiyariya siyasî ya dewleta tarî ya Fransayê di van cînayetan de ti carî derneketiye holê. Cara yekê bi qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd kujerek hatiye girtin û ji bo ronîkirina van cînayetan firsendek çêbûye. Hêzên tarî û pêkhateyên kûr ên ev rewş hezm nekirin, bi planlamayan pêvajoya dadgehê dirêj kirin, dereng xistin, li demê belav kirin û ji bo dadgeh nebe serî li her cure rê û rêbazî dane.
Wek jinên Kurd em baş dizanin ku ev dozek siyasî ye û bi encamên ku wê ji dozê derketiban, wê pirsgirêka Kurd bihata ronîkirin. Hêzên ku neçareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin, şer dikişkişînin û pevketina gel dixwazin, pêşî li darizandina kujerekî yekane tewanbarê dozê girtin, ronîkirina pirsgirêka Kurd û cînayeta siyasî ya Parîsê asteng kirine.
WEK JINÊN KURD EM Ê TI CARÎ DEST JI VÊ DOZÊ BERNEDIN
Wek jinên Kurd em ê ti carî dest ji vê dozê bernedin. Ev dozê birîn di wijdanê raya giştî de vekiriye. Lewre jî, teqez em ê di qada navneteweyî de bi mirovên bi wijdan, exlaq û adil bicivin, bi darizandinan ve em ê hem hevkariya dewleta Fransa hem jî rûyê qetlîamker, kujer ê dewleta Tirk derxin holê, mehkûm bikin.
JI TEVGERA JINÊ BANGA ÇALAKIYÊ
Di serî de tevahî jinên Kurd, gel û dostên wan, her kesên ku dibêjin ez însan im, ji bo ronîkirina qetlîama Parîsê, ji bo edalet û ronahiyê, ji bo rastî bi ser bikevin, em bang dikin ku nerazîbûnên xwe di asta jor de nîşan bidin. Li ser vî esasî em bang dikin ku 21’ê Kanûnê roja Çarşemê li ber konsolxaneyên Fransa çalakiyên girseyî bêne lidarxistin û ev çalakî bi tevlîbûne xurt bêne pêşwazîkirin.
Dîsa, ji bo em karibin ji hêzên hevkar, rejîma dîkta ya AKP’a faşîst û Erdogan re bêjin em li vir im, ji bo bêjin em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne, pêwîst e bi deh hezaran biherikin meşa ku wê 7’ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin û em karibin bersiva xwe ya ji bo hêzên hevkar wek sîleyekê bidin. Hêza rastiyan wê hêza tevahî dîktatoran têk bibe, tenê bila mirovên wêrek ên heqîqetan diparêzin hebin.”