'Sakîne, Leyla, Fîdan rûmeta me ne, em ê nehêlin rûmeta me bê binpêkirin'

Eniya Jinê ya Biryargeha Şoreşger da xuyakirin, eşkerekirina komkujiya Parîsê û darizandina dewleta Tirk û rêxistina wê ya îstîxbaratê MÎT'ê, erka edaleta Fransayê ye.

Eniya Jinê ya Biryargeha Şoreşger daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, dewleta Tirk a faşîst xwe li ser şîdet û dijminatiyê ava kiriye û hewl dide hebûna xwe li ser vê bingehê bidomîne.

Eniya Jinê da xuyakirin, ku tinekirina hemû pirsgirêkên civakî û mûxalefetê bi rêya şîdetê, rêbaza bingehîn a dewleta Tirk e got, "Tinekirina mûxalefeta civakî û têkoşîna li welêt, têra vê dewletê nake. Lewma, tinekirina şexsiyetên bûne sembol ji biryardarî, berxwedêrî û têkoşînê re, xwedî girîngiyeke cuda ye. Peyama ku bi vê rêyê dide hemû civakê, mûxalîf û şoreşgeran eşkere ye: Hûn li ku dibin bila bibin, ez ê we bikujim."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, sê siyasetmedar, sê jin, sê şoreşger di çarçoveya vê ferasetê de roja 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin û hat gotin, gumana kesî nîne; amadekar û kujerê vê komkujiyê, dewleta Tirk û rêxistina wê ya îstîxbaratê MÎT e.

Hat destnîşankirin, rêxistinên îstîxbaratê û dewletên Ewropayê bi taybetî ya Fransayê, bi jinedîtî hatinê re alîkarî dane vê komkujiyê.

Eniya Jinê ya Biryargeha Şoreşger da xuyakirin, ku tevî agahî û belgeyên piştî cînayetê derketin holê, rayedarên Fransayê li şûna ronîkirina rastiyê, hewl dane rastiyan veşêrin û di nava sê salên di ser komkujiyê re bihurîne, tiştek nekirine.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Îro jî hat ragihandin, kujerê bi navê Omer Guney ji ber nexweşiyê mirî ye. Em nizanin bê Guney mirî ye yan jî hatiye kuştin. Lê belê ev rastiyek e; daxuyaniya mirina Omer Guney ji ber nexweşiyê, ku demeke kurt beriya destpêkirina dozê, baweriya mirovan pê nîne. Bi gotina 'Omer Guney mir' re tê xwestin, dosya were girtin û dewleta Tirk a di vê komkujiyê de cih girt û welatên çavên xwe lê girtin, bên parastin."

Eniya Jinê destnîşan kir, erka wan a însanî û dîrokî ye ku nehêlin ev doz bê girtin û diyar kir, ew ê li her cihî nîşan bidin ku nabe ev dosya bi bêdengî were girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Eşkerekirina komkujiya Parîsê û darizandina dewleta Tirk û rêxistina wê ya îstîxbaratê MÎT'ê, erka edaleta Fransayê ye. Em neçar in bi her şêwe çalakiyan nîşanî wan bidin ku nikarin ji vê wezîfeyê birevin." 

Eniya Jinê ya Biryargeha Şoreşger da zanîn, her cînayeteke siyasî ya hesabê wê nehatiye pirsîn û kiryar nehatine eşkerekirin, amadekarî ji bo cînayeteke nû ye û wiha dewam kir: "Jin wê li her qadê li ser bingeha têkoşîn û piştevaniya jinê, ji bo negirtina vê dosyayê û eşkerebûna rastiyê, têbikoşin. Sakîne, Leyla, Fîdan rûmeta me ne, em ê nehêlin rûmeta me binpê bikin."